Neteweyên Yekbûyî bertek nîşanî Tirkiyeyê da
Pêncşem 27 Adar 2025 - 03:15
Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bang li rayedarên Tirkiyeyê kir ku dawî li bêhiqûqiyê bînin û got, "Kesên ku ji ber bikaranîna mafên xwe yên rewa hatine girtin divê tavilê bêne berdan."
Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî destwerdana polîsan a li çalakiyên şermezarkirinê yên li hemberî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û girtinan daxuyaniyek da. Berdevka Komîseriya Bilind a Konseya Mafên Mirovan a NY'ê Liz Throssell daxuyanî da, nerazîbûneke tund nîşanî destwerdana polîsan da û xwest, kesên hatine girtin tavilê bêne berdan."
Di daxuyaniyê de bang li rayedaran hate kirin ku li gorî hiqûqa navneteweyî, mafên azadiya kombûnê û azadiya îfadeyê tevbigerin.
ANF/CENEVRE