Nasir Yagiz radestî Tirkiyeyê kirin
Sêşem 25 Adar 2025 - 00:50
Aktîvîstê Kurd, siyasetmedar û Endamê Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê yê berê Nasir Yagiz, ji bo penabertiyê serî li Rûsyayê dabû û ji hêla Rûsyayê ve radestî Tirkiyeyê hate kirin.
Yagiz, demekî kin berê çûbû Rûsyayê û daxwaza penaberiyê kiribû. Hat zanîn ku daxwaza Yagiz nehat qebûlkirin û hate binçavkirin. Yagiz ê ku 4 rojan li Moskovê di bin çavan de hate ragirtin, radestî Tirkiyeyê hate kirin. Yagiz, anîn Balafirgeha Stenbolê. Yagiz li wir hate binçavkirin û birin Edliyeya Gazîosman paşayê. Parêzerê Yagiz, Mehmet Resûl Yagiz li ser radestkirina Nasir Yagiz got:“Miwekîlê min ji sala 2016’an ve li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê bi awayekî çalak siyasetê dike. Çar roj bûn li Rûsyayê binçavkirî bû. Xetere hebû ku li Tirkiyeyê salên dirêj di girtîgehê de bimîne. Ji bo mafê penaberiyê ev çar roj bûn li ber xwe da lê hewldanên wî yên di dema binçavkirinê de bê encam man û bi awayekî derhiqûqî ev daxwaz hate redkirin. Miwekîlê min ji Moskovê anîn Stenbolê. Di dema binçavkirinê de miwekîlê min rastî êşkence û miameleya xerab hat. Bi rojan xwarin û av nedanê. Min niha pê re hevdîtin kir. Îro dê di nava rojê de bi rêya SEGBÎS’ê girêdayî Edliyeya Êlihê bikin. Egerek mezin heye dê bibin Êlihê.”
ROJNEWS