Projeya ‘Pirtûkxaneya Jinan’ betal bû!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 25 Adar 2025 - 01:45

Qeyûmê Wanê projeya “Pirtûkxaneya Jinan” betal kir û keştî dîsa veguherand keştiya protokolê. 

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê ku di 15’ê Sibatê de hatibû tayînkirin, yek bi yek hemû projeyên têkildarî jinan û xizmetên civakî betal dike. Qeyûm, weke karê ewil JINKART, Karta Piştevaniya Civakî û projeya çêkirina du tesîsên ji bo jinan betal kir. Qeyûmê ku bi vê bisînor nema, gelek xebatên têkildarî rê, av, kanalîzasyon, avahîsazî, jin, ciwan û çandê de jî da sekinandin. Qeyûmê Wanê, herî dawî jî “Pirtûkxaneya Jinan a Jinê” betal kir. 

Di 27’ê Çileyê di çarçoveya xebatên şaredarvaniya jinê de keştiyek weke “Pirtûkxaneya Jinan a Jinê” hatibû vekirin. Keştiya behsa xeberê di demên berê de ji hêla rêveberiya qeyûm ve weke keştiya prokolê hatibû bikaranîn. Lê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DEM Partiyî ev keştî veguherandibû pirtûkxaneyê û rastî eleqeyeke mezin hatibû. Lê belê rêveberiya qeyûm ev proje betal kir û keştî dîsa veguherand keştiya protokolê. Li hêla din, nivîsa “Pirtûkxaneya Jinan a Jinê” ya li ser keştiyê jî hate jêbirin.

MA/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.