Divê azadiya Ocalan bê misogerkirin

Pêncşem 20 Adar 2025 - 13:45

Nûnerê DBP'ê yê Herêma Çukurovayê Azîz Toprak û Nûnerê ÎHD'ê yê Çukurovayê Hakki Demîr, dan zanîn ku ji bo encamdana pêvajoyê divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin û gotin ku demildest divê dawî li operasyonan bê.

Bandora “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê berdewam dike. Nûnerê Herêma Çukurovayê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Azîz Toprak û Nûnerê Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) yê Çukurovayê Hakkî Demîr destnîşan kirin ku ji bo encamdana pêvajoyê divê demildest şert û mercên Abdullah Ocalan bên sererastkirin.

Divê azadiya Ocalan bê misogerkirin

Azîz Toprak destnîşan kir ku divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ku muxatabê pêvajoyê ye, bi şert û mercên pêwîst bê misogerkirin û got: "PKK'ê jî agirbesta yekalî ragihand. Lê hê jî êrişên dewletê dewam dikin. Divê dewlet demildest dawî li êrişan bîne û agirbesta dualî ragihîne. Ji bilî vê, divê dewlet ji bo pêvajoya zimanekî erênî bi kar bîne û ji bo pêvajo ber bi aştiyê ve biçe gavan bavêje. Bi taybetî girtiyên nexweş divê bên berdan. Em ji dil û can bawer dikin ku wê birêz Ocalan vê pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibe û em piştgiriyê didin pêvajoyê." 

Divê dawî li operasyonan bê

Nûnerê ÎHD'ê yê Herêma Çukurovayê Hakkî Demîr got: "Ji bo ku pêvajo bê astengî û bêyî provakasyon temam bibe, divê raya giştî, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên mafan têkevin dewrê. Ji ber ku hin hêzên ku sûdê ji pêvajoya pevçûnê digirin çi ji destê wan tê dikin. Li vir peywir dikeve ser milê  PKK'ê, lê peywira girîngtir dikeve ser milê dewletê. Ji zimanê tê bikaranîn bigirin heya daxuyaniyên der barê PKK'ê de divê mirov bi baldarî tevbigere. Demildest divê dawî li operasyonan bê." 

MA / EDENE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.