Li dijî huner kirêtî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 27 Cotmeh 2020 - 22:48

Doh me nûçeyek weşand li ser berhema Tara Abdullah. Wê ji 4 hezar 800 jinên şidet li wan hatiye kirin, her yekî metroyek qumaş wergirt. Wê bi wan qumaşan berhemeke hunerê amade kir. Ev berhema wê ji bo balê bikişîne ser şideta li Başûrê Kurdistanê ya li dijî jinan e.
Tara Abdullah şêwekar e. Bi piştgiriya Rêxistina CDO´yê di vê projeya hunerî de cihê xwe girt. Navê berhema wê ‘mêyîne’ ye û pê behsa êşên wan jinan dike yên ku şidet li wan hatiye kirin.
Ew berhema xwe weke tablo bi nav dike, tabloyeke ji 4 hezar û 800 metro caw û qumaş hatiye çêkirin. Ev qûmaş jî yên wan jinan bi xwe ye ku mexdûrên şidetê û civaka zilam tê de serwer e.
Şêwekar Tara Abdulalh li gel tîmeke tabyet a Rêxistina CDO û çend jinên xwebexş zêdetirî 3 mehan ji bo vî karî xebitî. Ji bo wê ew çûn serdana 99 hezar û 678 malên li Başûrê Kurdistanê. Her jina şidet lê bûye, parçeyek ji cilên xwe pêşkêşî projeyê kiriye.

Xwezka êrişkar tenê bûya

Tara ji bo çêkirina vê tabloya rengorengo, sûd li 4 hezar û 800 parçeyên qumaş û cilûbergan wergirtiye ku dirêjiya her yekî metreyek e. Bi vî rengî li Kurdistanê dibe tabloya herî dirêj û êrişên li dijî jinan îfade dike. Tablo ji Parka Nalî heta Dadgeha Silêmaniyê hate hilawistin. Lê doh bi şev ev berhema hanê, huner, fikra li dijî şidetê hemû ketin ber derbên dijminên hov. Çend ciwanan êriş kire vê berhemê. Yekî dîmenên êrişê girtin, û paşê di ser medyaya civakî re jî dîmenên vê êrişê parve kirin.
Mirov di dîmen de dibîne ku ciwanek benzînê li qumaş dike li ser rêyeke sere û agir berdidiyê. Piştre jî ji cihê êrişê direve. Li ser dîmen Xzhêr Prdaka dinivîse.
Tişta ku vê êrişê xetertir dike û dike ku mirov bitirse, zêhniyeta pişta wê digire ya ku xwe di medya civakî de jî dide der. Li ser medya civakî gelek mêran "Zor aferî" da êrişê û êrişkaran. Û hinan jê jî bi Ingilîzî şêwazê êrişê rexne kir; bi ya wan çêtir bû mirov benê berhem pê ve daliqandî biqetîne. Çend jinên dengê xwe bilind dikin jî di nava dengêniya vê êrişkariya mêrane de li ber xeniqînê xuya dikin. Jixwe ji ber wê li dijî "Zor aferiyê", wan jî "Biro gû bixo" kiriye bersivek.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.