BARAN GERMIYANÎ / ROJNEWS

Şêwekar û sînemavan Bextiyar Helebceyî û Dana Emer ên ji Başûrê Kurdistanê, derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker de got, “Dewleta dagirker li hemberî gerîlayan bi bin ketiye, lewma li her derê êrişî sivîlan dike. Li ser heyvê jî Kurdek hebe, wê dewleta Tirk êriş bike, divê her kes bi erka xwe rabe û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk xwedî helwêst be.”

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê, bê navber dewam dikin. Dewleta dagirker rojane li gund û bajaran, xelkê bombeberan dike. Lê tevî vê jî dinya bêdeng e. 

Kurd li heyvê bin wê êrişî heyvê bikin

Şêwekar Bextiyar Helebceyî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker tenê Kurdan dikuje û wiha pê de çû; “Hikûmeta Tirkiyeyê faşîst e û li dijî Kurdan e. Li her çar parçeyên Kurdistanê êrişî jin û zarokan dike, heger Kurdek li ser heyvê jî be, wê dewleta Tirk hewla tinekirinê bide. Divê ji bo êriş rawestin, welatên din hemû, nexasim jî Neteweyên Yekbûyî rê li ber vî zalimî bigirin.”

Bextiyar Helebceyî di dewamê de got, dewleta Tirk tenê dikare bi balafirên bê mirov êriş bike û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Ev dewlet nikare sîng bi sîng li hemberî me şer bike. Li hemberî berxwedana gerîlaya ya li çiyayên Kurdistanê bi bin ketiye, lewma berê xwe daye welatiyên sivîl.”

Bêhna kurdbûnê ji kê bê êrişî wî dike

Sînemavan Dana Emer jî got, Kurdbûn, mijareke giran e û wiha pê de çû; “Şoreşan hemûyan yek bi yek gelek bedêl dan heta gihiştin vê astê. Dewleta Tirk ne tenê êrişî siyasiyan dike, bêhna kurdbûnê ji kê bê, dike hedef û qetil dike. Dewleta Tirk ji zarokên ji dayîk nebûyî jî ditirse.”

Dana bang li hunermend û Kurdan hemûyan kir da ku bi pênûs û kamerayên xwe, çi bi çîrok yan jî helbestekê jî be, li hember vê dagirkeriyê rawestin û got, “Ji bo ku nifşê nû bizane çi bedêl hatiye dayîn û vî dagirkerî komkujiyên çawa kirine, divê her kes bi erka xwe rabe.”