Li dijî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li Til Koçerê êriş
Yekşem 3 Kanûn 2023 - 15:42
Li dijî balafirgeha Koalîsyona Navneteweyî ya li navçeya Til Koçberê ya ser bi kantona Qamişloyê ya li ser sînorê Sûriye-Iraqê, êrişa bi moşekan pêk hat.
Li gorî gelek çavkaniyan, ji aliyê Iraqê ve li dijî baregeha Xirab Cîr a Koalîsyona Navneteweyî ya li navçeya Til Koçerê ya kantona Qamişloyê, moşek hatine avêtin.
Lê agahiyên dîtir der barê encamên vê êrişê de nehatin bidestxistin.
QAMIŞLO