Ferhad Demir bi şêwezarê Goranî muzîkê dike. Demir bixwe ji Agirî ye û şêwezarê wî bi xwe Kurmancî ye. Bi ya wî muzîka bi şêwezarên din ên Kurdî li dijî asîmîlasyonê helwêsteke girîng e. Demir dibêje, ev 10 sa in ku ew li Agiriyê muzîkê dike, ev 3 sal in jî li Stenbolê muzîkê li kuçeyan dike. Ferhad Demir got, li gorî demên berê muzîka Kurdî li xwe şikandiye, ji ber helwêstên bi şaşî yên beramberî stranên berê.
Demir got, li Tirkiyê cara pêşî ew e yê ku bi Goranî distrîne: ''Min rîskek girt, rîska ku lê neyê guhdarîkirin. Lê dema ku li dema bihurî ya muzîka xwe dinihêrim, armanca min a sereke ew e ku bi şêwezarên din yên Kurdî jî muzîkê bidim guhdarîkirin. Ez bi ser jî ketim. Li Agiriyê gelek çapemenî bi vê re elaqedar bû. Gelek kesan got, wan li stranê guhdarî kiriye û pirr jê hez kiriye.’’
Demir her wiha got, li Tirkiyê bi salan e li dijî Kurdî asîmîlasyoneke giran heye, ''Di muzîka Kurdî de jî heke tu li dijî vê nebî xwedî helwêst, hingê te muzîkeke baş a Kurdî nekiriye. Ez propaganda nakim tenê li dijî asîmîlasyonê muzîka bi Kurdî dikim."
ANF/STENBOL