Komeleya Çand û Huner a Dîcle û Firatê, di Gulanê de wê dest bi perwerdehiya rûbirû bike. Perwerdekarê komeleyê Omer Baran got, "Hêla wê ya aborî ne xem e, a girîng mirov tiştekî hîn bibin."
Komeleya Çand û Huner a Dîcle û Firatê par li navçeya Sûrê ya Amedê hat avakirin. Piştî kursên onlayn ew ê di Gulanê de dest bi perwerdehiya rûbirû bike. Komeleyê ji ber pandemiyê kursên gîtar, erbane, şano û wênegiriyê dabûn sekinandin û tenê bi awayekî onlayn dersên muzîk û resmê didan.
Perwerdekarê komeleyê, mamosteyê muzîkê Omer Baran, behsa xebatên komeleyê kir.
Huner nayê firotin
Baran, anî ziman ku nêzî 8 sal in dersên deng û enstrumanan dide û niha tevî 12 hevalên xwe bênavber dixebitin.
Baran, destnîşan kir ku ew bi "feraseta piyaseyê" nêzî hunerê nabin û got, "Xebatên me yên çandî cuda ne. Heger hûn ji bo aboriyê muzîkê bikin, hûn ê nikaribin bibin muzîsyen. Divê ferqek me hebe. Ez ji xwendekarên xwe re tim dibêjim, 'huner nayê firotin.' Ji lew re gava hûn hunerê ji bo aboriyê bikin, hûn ê nikaribin hilberînin."
Divê li her malê însturmanek hebe
Baran, destnîşan kir ku di gihandina zarokan de muzîk û huner pirr girîng in û got, "Lewma divê li her malê însturumanek hebe. Ji ber ku zarokan daxilî nav civakê dike û wan ji tiştên xirab dûr dixe. Mêjiyê wan zelal dike."
Baran got, kesên bi muzîkê re elaqedar dibin, kesine taybet in: "Heger li her malê înstrumanek hebûna, mirovan hemûyan dê ji huner hez bikirana û qîmet bidanayê."
Miracaetên kursên gîtar, erbane, şano, wêne, muzîk û resmê di 13'ê Nîsanê de dest pê kirin û wê heta 13'ê Gulanê dewam bikin.
MA/AMED