Komîteya Çand û Huner a Kantona Qamişloyê, li Dêrikê bi dirûşmeya "Zarokên me mûm û pêşengên siberojê ne" şahiyek ji zarokan re li dar xist.
Bi sedan zarokên Dêrikê û malbatên wan li Xwaringeha Çarçila kom bûn da ku tev li şahiya zarokan bibin. Komîteya Çand û Huner a Kantona Qamişlo bi hevkariya bi Komîteya Çand û Huner a Dêrikê re şahî orgenîze kir.
Piştî rêzgirtinê, Koma Kulîlkên Kurdistanê çend stran gotin û dûvre koma Şehîd Nalîn û koma Stêrkên Qereçoxê jî çend stran û govendên follklorîk pêşkêş kirin.
Piştî ku stran bi dawî bûn, pêşbirka pirs û bersivên zarokan hat lidarxistin.
Şahî bi belavkirina xelatan li zarokan bi dawî bû.
ANHA/DÊRIK