Li Colemêrg û navçeyên wê berf dibare û rêyên 22 gund û mezrayan hatin girtin. Piştî barîna berfê, mijê navenda bajar û navçeya Geverê girt. Li navenda Geverê nêzî 5 cm’an berf barî û li deverên bilind jî qederê 30 santîmetreyan berf ketiye. Ji ber berfê, li seranserî bajar rêyên 9 gund û 13 mezra jî di nav de bi giştî 22 jîngehan hatin girtin. Ji ber berfa dibare, ajokar kêliyên zehmet dikêşin. Li Taxa Esenyurt a Geverê li ser rêya Pîzok TOKÎ’yê wesayîtek kete qenala avê. 

MA/COLEMÊRG