Doh li qesra La Roche Jagu a li bajarê Ploëzalê konsereke muzîka dinyayê hebû. Di nava komên muzîkê de koma ji sê jinan "Samaïa" jî hebû. 

Doh saet 17´an li hewşa vê qesrê herêma Brotanyayê, komê konsera xwe da. Beriya komê stranbêj û muzîkjen Dafné Kritharas stranên serdema Osmaniyan ên bi Yewnanî, zimanê Cihuyên Spanyayê, Bosnayî, Ermenî û Tirkî gotin. 

Herçî Samaïa bû, 6 muzîkjenan bi kontrabas, blûr, dûdik, zirne, bendîr û teblikê ji wan re li sazbendî kir. Komê ji mûzîkên gelêrî yên Kurd performansên polîfonîk çêkirine ew pêşkêş kirin. Wan her wiha çend nimûne ji zimanên hindikahiyên li Fransayê yên weke Oksîtan û Bretonan jî gotin.

BREST