Li Bretagnê konferansa Jineolojiyê

Nûçeyên Dîaspora

În 24 Adar 2023 - 15:19

Li Zanîngeha Bretagne ya li bajarê Lorîent ê Fransayê, Xwendekarên Kurd û dostên wan li ser Jineolojiyê û dîroka Kurdistanê konferansek lidar xistin. Ji Navenda Jineolojiyê ya Brukselê Sarah Marcha weke qiseker beşdarî konferansê bû. Ji Xwendekarên Zanîngeha Bretagneyê xwendekarê Kurd Dogan Daghan bi sînevîzyonê û vegotinê, qala dîroka Kurdistanê kir.

Bi qîmetê mirovahiyê dizane

Di beşa duyemîn a konferansê de Sarah Marcha axivî û di mijara jinên Kurd û Jineolojiyê de bi sînevîzyonê pêşkêşiyek ji xwendekarên zanîngehê re kir. Marcha got, "Em dîroka jinê dinirxînin. Di dema derbasbûna ji civaka xwezayî ber bi civaka dewletê ve divê em têkoşîna jinê baş zanibin.

Têkoşîna 5 hezar salî ya jinê li Mezopotamyayê destpê kir û bandor li tevahiya cîhanê kir. Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' bi têkoşîna gelê Kurd a li dijî hêzên emperyalîst û dagirker de li Kurdistanê û tevahiya cîhanê belav bû. Jin îro dikarin xwe îfade bikin, komûnên xwe weke ku di mînaka Rojava de tê dîtin dikarin ava bikin. Ev yek jî nîşan dide bê ka têkoşîna azadiyê ya Kurdan qîmeteke çawa dide mirovahiyê.

Pîvana esasî azadiya jinê ye

Azadiya jinê pîvana bingehîn a PKK'ê ye. PKK tevgereke welê ye ku azadiya Kurdistanê di azadiya jinê de dibîne. Lewma divê mirov lê binêhirin bê jinên vê tevgerê bi kîjan îdeolojîk û projeyê dimeşin. Bi vê yekê wê armanca jinên PKK'î bê fêhmkirin. Ji ber ku Sakîne, Fîdan, Leyla jin ên şoreşger bûn. Pêşeng bûn, dixwestin sîstemê biguherînin. Lewma bûn hedefa sîstemê." Beşa duyemîn a konferansê bi pirs û bersivê dewam kir.

ANF/LORIENT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.