Li Berlînê dagirkerên Efrînê rûreş dikin

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 17 Çile 2023 - 02:22

Bi rasthatina salvegera destpêkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Efrînê ya ku 18´ê Çileyê 2018´an dest pê kir, li ser banga Rêxistina Miletên Tehlûke li Ser Wan (GfbV) li paytexta Elmanyayê Berlînê tê rûreşkirin. Çalakiya ku sibe weke nobeta hişyarkirinê wê bi rê ve biçe, bi sernavê “Bombeyan li Kurdan dibarînin-Birêz Scholz, hevkarê NATO´yê Erdogan êdî rawestînin” wê li dar bikeve. GfbV ji bo beşdariya çalakiyê bang li xelkê kir. Çalakî sibe ji saet 15:00´ê heta bi 16:30´î  wê dewam bike. Cihê çalakiyê jî pêşiya avahiya Serokwezîrtiyê ya li navnîşana li jêr e:

Bundeskanzleramt, Willy-Brandt-Straße 1, Berlîn

Di bangê de GfbV bi bîr dixe ku dewleta Tirk di nava sala 2022´yan de 17 hezar û 596 caran êrişî Rojavayê kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê kiriye û bi sedan xelkê deverê di van êrişan de canê xwe ji dest daye. Rêxistin dibêje, rejîma Erdogan par bi qest binesaziya herêmê jî rûxandiye û lazim e ev êrişkariya li dijî hiqûqa insanî û ya navneteweyî, tavilê bê rawestandin.

GOTTINGEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.