Li ber dadgehê ala KCK'ê

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 19 Mijdar 2022 - 03:59

DÎREN DÎCLE ERDEN/LONDON

 

Bi hinceta ku alaya PKK’ê hilgirtine, derbarê rojnamevan Mark Campbell û çalakvan Bêrîtan Silêmanî de doz hatibû vekirin. Rûniştina pêşîn a dozê doh hate kirin. Campbell û Bêrîtan got, nabe ku gelê Kurd were krîmînalîzekirin.

Rûniştina yekê ya doza ku rojnamevanê Brîtanî Mark Campbell û aktîvîsta jin a Kurd Bêrîtan Silêmanî ji ber hilgirtina ala PKK’ê bi sûcdariya “propagandaya terorê” dihatin dadgehkirin, li Dadgeha Cezayê Sulhê ya Westminster a Londonê pêk hat.

Ji bo piştgiriya Campbell û Bêrîtan, parêzvana mafên mirovan Margaret Oven, rojnamevan Rahila Gupta, akademîsyen Lîda Kayhko, nivîskara lêkoler Charlotte Grace, çalakvan Katie Higgins, Nûnerê KCDK-Başûr Hevan Şivan, nûnerên Meclîsa Gelê Kurd Ercan Akbal, Turkan Budak, nivîskar Alî Boyraz û gelek kes çûn ber dadgehê.

Çalakvanan ala KCK'ê hilda û sloganên "Jin jiyan azadî" û “Dawî li krîmînalîzekirina Kurdan bînin” gotin.

 

Me sembol hilirtin û ev ne sûc e

Di rûniştina dozê de dozgeriyê îdîa kir ku Bêrîtan û Campbell sembolên rêxistineke qedexe hilgirtine û ev sûc e.

Dema ku dozgeriyê pirsî ‘Hûn qebûl dikin ku ew ev sembolên qedexe hilgirtine yan na’ Campbell û Bêrîtan Silêmanî got, "Me ev sembol hilgirtin û sembol ne sûc in." Piştî rûniştina kurt dadgehê, rûniştina dozê taloqî 22'ê Sibata 2023'an kir.

Parêzvana mafên mirovan û parêzer Margaret Oven ji bo piştgiriyê bide Mark Campbell û Bêrîtan Silêmanî çû edliyeyê. Oven posterê Rêber Abdullah Ocalan li Edliyeyê hilda. Wê got, divê Brîtanya li dijî sûcê şer ê Erdogan helwêstê nîşan bide.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.