Li Balekayetî çanda komûnal

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 19 Gulan 2023 - 11:56

Li gundên devera Balekayetî pirraniya karan bi awayê palûte (zibare) tên kirin. Yek ji van karan jî paqijkirina coyên avdêriyê ne. Her sal di dema paqijkirina coyên avê de ji her malekê kesek yan jî du kes cihê xwe digirin.

Piştîwan Teha yek ji wan kesan e ku tevlî karê palûte bûye. Ew derbarê karkirina bi awayê palûte de dibêje, “Li Balekayetî çanda karkirina bi awayê palûte, têra xwe maye û giringî pê tê dayîn, ev jî cihê keyfxweşiyê ye. Ji ber ku pirraniya xelkê di dema karkirina çandinî û xwedîkirina sewalan de pêwîstiya wan bi alîkariya hev û du heye. Ji bo wê jî ev çand heta niha dewam dike. Salane bi taybetî di dema paqijkirina coya avdaniyê de em hemû kom dibin û vî karî bi hev re dikin.”

 

Ji 5 kîlometreyan avê tînin

Piştîwan Tahe dide zanîn ku ew pirraniya karan palûte dikin û dibêje, “Bi taybetî di anîna coya avdaniyê de di biharê de, bang li tevahiya xelkê gund tê kirin, ku hinek ji wan li bajaran in, tên di rojekê de vî karî temam dikin. Em ava ji bo çandiniyê bi dûriya pênc kîlometran ji bo zeviyên çandiniyê tînin.”

 

Têkiliyên civakî xurt dibin

Hikmet Hemed jî li ser karkirina palûte dibêje, “Em li mizgeftê, li ser medya dijîtal û cihên giştî bang li xelkê gund dikin da ku tevlî karê kişandina coya avdaniyê bibin. Karkirina bi awayê zibare karê me hêsan û bileztir dike.”

Hikmet diyar dike ku ji ber mijûlahî û belavbûna xelkê gund, salane di dema paqijkirina coya avê de her kes hev û du dibîne û dibêje, “Di dema paqijkirina coya avê de em xwarinekê bi hev re dixwin, hev dibînin û peywendiyên xwe yên civakî bihêz dikîn. Gelek kes jî hev du nas nakin, lê li ser vî karî hev du nas dikin.”
Hikmet Hemed dide zanîn ku paqijkirina coya avê dîrokeke xwe ya dirêj li cem wan heye û ev 300 sal in ev çanda bav û bapîran a karkirina palûte di Biharê de dewam dike.

ROJNEWS/BALEKAYETÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.