Li bajêr festîvala ronahiyê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 14 Kanûn 2021 - 22:09

  • Li peytexta Hollanda, Amsterdamê her sal “Festîvala Amsterdam a Ronahiyê” tê lidarxistin.

Li peytexta Hollanda, Amsterdamê her sal “Festîvala Amsterdam a Ronahiyê” tê lidarxistin. Festîvala ku îsal cara 10’an tê lidarxisitn, dê heta 23’ê Çile dewam bike û 20 berhemên ji ronahiyê hatine çêkirin jî dê bi bedewiya xwe bajêr ronî bikin.

Ji gelek deverên dinyayê, îsal hunermendan berhemên xwe şandin ji bo festîvalê. Berhemên hatin şandin, ji hêla avahîsaz, sêwirmend û hunermendan ve hatin çêkirin. Her wiha di çorçoveya festîvalê de projeyên taybet û çalakiyên perwerdeyê jî tên organîzekirin.  

Festîvala ku Light Art Collection bi rê ve dibe, piştî festîval bi dawî bû, dê hin berheman ji cihê wan raneke û ew berhem dê mayînde bibin.

AMSTERDAM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.