Li bajarê muzîkê Sinê festîvala muzîkê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 28 Tebax 2023 - 05:23

Bajarê li rojhilatê Kurdistanê, Sine berê ketibû lîsteya Bajarên Afirîner ên Muzîkê yên UNESCO´yê. Niha ew ji bo Cotmeha bê xwe ji festîvaleke mezin a herêmî ya muzîkê re amade dike. Ji 18 herêmên cihê muzîkjen wê di festîvalê de hunerê xwe nîşanî xelkê bidin.

Sine piştî Kirmanşanê, bajarê herî mezin ê Rojhilatê Kurdistanê ye û serjimara wê 500 hezar e û ji sala 2019´an ve endamê Tevna Bajarên Afirînêr a UNESCO´yê (UCCN) ye. Sine weke bajarê lê Def (Erbane) hatiye çêkirin tê qebûlkirin û li UNESCO´yê jî ev yek wiha hatiye tomarkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.