Muzîkjen, modevan, tamij û fikirdar Ziryab ê ku ji malbateke Kurd bû li Bexdayê, li ber destê Îshaq El-Mûsilî hunerê xwe yê muzîkê nîşan da, wê paşê bibûya damezrînerê wê dibistana muzîkê ya ku muzîka roja me ya îro diyar dike. Ziryab bi dibistana muzîkê ya li Kordobaya Endelûsê di sedsala 9´an de tesîreke mezin li muzîka Ewrûpî kiribû. Ziryab ji bo muzîka Ewrûpî çiqasî muhim be, ewqasî jî ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê muhim e. Wî “mûwaşahat” ava kir û ji wê jî feyz da Flamenko û Zecal. Yanî esas ew xwediyê mîrateyeke çandî ya bê nimûne ye.
Muzîkjen Nacho Arimany li Libnanê, li bajarê Baelbekê şeveke muzîkal organîze kir da ku muzîkên ku Ziryab tesîr li wan kirine yên li welatên Ereban û ên Ewrûpî bîne cem hev. Nacho Arimany bestekar e, li gelek amûran dixe û terza wî ya muzîkê ji muzîka “world” heta bi jazzê diguhere.
Melodiyên Rahbabî û Feyrûz
Nacho Arimany melodiyên Rahbanî û Feyrûz bi falmenkoyê ve girêdan û esas bi vê jî Ziryab bi bîr anî. Ziryab di destpêka sedsala 9´an de gava çû Endelûsyayê, bi xwe re mîrateya xwe ya muzîkê ya Kurd û ilmê hosteyê xwe Îshaq El-Mûsilî jî bi xwe re biribû. Bi dibistana xwe ya muzîkê, xwendebûn û rewşenbîriya xwe wî tesîra herî mezin a çandî, li Endelûsyayê kir. Wî di muzîkê de nûkeriyên teknîkî, stîlîstîk û teorîk kirin, û pê re jî wî bingehê rêûresmeke muzîkî danî ku ya herî bipêşketî ya serdema xwe bû. Tesîra wî ya di modeyê û belavkirina kişikê li Ewrûpayê jî tê zanîn.
Nacho Arimany, hostekarekî fuzyonkirina muzîkên cihê ye. Ji ber ku ew di warê muzîka flamenko de jî hoste ye, muzîka Endelûs bala wî dikişîne, wî pirek di navbera van her du rûresmên muzîkê de ava kir. Wî fuzyonke bi hosteyî çêkir gava ku wî li melodiyên ezîm ên Rahbanî û Feyrûz hêmanên flamenkoyê zêde kirin.
Nacho Arimany rîtmên muzîka Endelûsê yên ku Ziryab ava kiribûn, ji nû ve şirove kirin di peywendeke muzîka hevçerx de. Bi vî awayî ev motîfên muzîkal bi ruhekî nû xwe karîn bigihînin guhdarên serdema me.
Hezkirin û parastina rêûresman
Herçî Zecal e, ew awayekî helbesta gelêrî ya Endelûsê ya serdemên kevnar e. Ew gelekî dişibe metnên ku ji bo muzîka flamenko tên bikaranîn: hestên pirr û giran, û her wiha tecrûbeyên kûr û bi tesîr îfade dikin. Her du rêûresmên muzîkê jî bi hestên dijwar hem dikarin şahiyê û hem jî êşê îfade bikin. Melodiyên melankolîk, rîtmên ku dilê mirovî zemt dikin, di herduyan de jî berdest in.
Axir şeva muzîkal a li Baalbekê ya dawiya hefteya bihurî, serketî bû di warê fuzyona hunerî û muzîkal de: Nacho Arimany bi hevahengî deng û melodiyên çandên rojhilatî û rojavayê anîn cem hev. Wî nîşan da ku hezkirin û parastina rêûresmên muzîkî yên weke yên Ziryab û rêûresmên muzîka Endelûsyayê wê bike ku nifşên nû jî li wan guhdarî bikin.