Li Amedê şahiya 15’ê Gulanê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 12 Gulan 2025 - 00:55

Akademiya Ma Music Centerê bi rasthatina 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li avahiya Çand Ma ya li navçeya Sûrê ya Amedê ji bo şagirtan şahiyek li dar xist. Mamosteyên Ma Musicê, şagirt û malbatên xwe tev li şahiyê bûn. Li hewşa avahiyê nivîsa “Cejna Zimanê Kurdî pîroz be” hat daliqandin. Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar û mamosteyan li amûran dan û bi tevî zarokan re stran gotin. Kêfxweşiya zarokan hêjayî dîtinê ye. Şahî bi kêfxweşiya li ber stranan bi dawî bû.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.