Li Amedê ‘Rojên Filmên Ekolojîk’

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 5 Gulan 2022 - 22:00

  • Komeleya Ekolojiyê ya ku li Amedê xebatên xwe bi rê ve dibe, dê bi şahiya “Rojên Filmên Ekolojîk” sê rojan balê bibe ser talankirina ekolojiyê. 

Komeleya Ekolojiyê ya ku li Amedê xebatên xwe bi rê ve dibe, dê bi şahiya “Rojên Filmên Ekolojîk” sê rojan balê bibe ser talankirina ekolojiyê. 

Komeleya Ekolojiyê di navbera 6-8’ê Gulanê de şahiya “Rojên Filmên Ekolojîk” li dar dixe. Şahî bi piştevaniya ekolojistan tê lidarxistin. Komele dê bi van rojên filman balê bibe ser talankirina ekolojiyê. 

Di bernameya roja şahiya filman de dê filmên weke “Kevir û Av” a Nalîn Acar, “Dîroka Mirina Avê” ya Elî Ergul, “Tovê Xerab” ê Ethem Ozguven, “Eşêvvan, Xewn, Giya” yê Zelal Adak, “Mehla Qore” yê Fatma Çelîk, “Çengek Genim” ê Ardîn Dîren werin nîşandan. Her wiha dê bi derhênerên filman re jî piştî nîşandana filman li ser pirsgirêkên ekolojiyê hevpyevîn pêk werin.

Bernameya “Rojên Filmên Ekolojîk” wiha ye; 

* 6’ê Gulanê ‘Kevir û Av’ û ‘Dîroka Mirina Avê’ - Navenda Hunerê ya Mordemê - saet 19.00

* 7’ê Gulanê, ‘Eşêvvan, Xewn, Giha’ û ‘Tovên Xerab’ - Baxçeyê Aromatîk ê Tibî yê Gaia Ekolojî - saet 19-30

* 8’ê Gulanê, ‘Mehla Qore’ û ‘Çengek Genim’ - Hewş Kafe - saet 19-30”

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.