Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER)’ panela “Zarok û Ziman” li dar xist. Panela ku li avahiya komeleyê pêk hat, gelek malbat û kesên ziman hez beşdar bûn. Her wiha pankarta “Parastina bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e” hat daliqandin.  
Moderatoriya panelê Hevseroka komeleyê Şîlan Elmas Kan kir. Wek beşdarvan jî pedagog Adar Jîyan, hiqûqnas Cemîle Turhalli û akademîsyen Resûl Geyîk tevlî panelê bûn. 

Panel bi axaftina Kan destpê kir. Kan, diyar kir ku mafên zarokên kurd bi sedan sal e tê binpêkirin û got: “Me kampanyayek dabû destpêkirin, ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê. Em dizanin ku ziman ji gelek aliyan bandorê li ser zimanê heye dike. Yên ku manewîyet û sibêroja vê civakê ava dikin bêguman zarok in. Lê belê zarok ji mafên xwe yê bikaranîna ziman bêpar dimînin û bi tora bişaftinê re rûbirû dimînin.”
 
Tirkiye peyman îmze nekir

Parezêr Cemîle Turhalli jî axivî û diyar kir ku ziman tenê qisekirin nîne û wiha axivî: “Ziman çand, dîrok û hişmendiya kollektîva neolotik e. Ziman bi nasnameya xwe civakê saz dike. Li ser erdnîgariya ku em dijîn êrîş û perçebûnek heye. Lewre wê parçebûnê li ser zimanê Kurdî jî bandor kiriye. Ziman ji bo neteweyekî gelek girîng e. Di nav peymanên navneteweyî de mafê ziman xal bi xal hatiye binavkirin. Li bin vê peymanê îmzeya Tirkiye jî heye. Lê belê Tirkiyê mafê zimanê zikmakî binpê dike. UNESCO ji bo ku ji hemû zimanan re girîngî û rêzdarî bê nîşandan û pêşiya tinekirina zimanan bê girtin 21’ê Sibatê  wek ‘Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê’ îlan kir. Lê belê ew peyman Tirkiyê îmze nekir.”

Bi hişmendiya zimanê serdest mezin dibin 

Resûl Geyîk jî destnîşan kir ku mafê perwerdehîyê ji bo zarokan girîng e lê perwerdehiya zimanê zikmakî tine tê hesibandin. Resûl, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wextê ku zimanê zikmakî nebe, vê gavê zimanê perwerdehiyê, bi zanîna zimanê din pêşve diçe û di dawiya dawîn de zimanê zikmakî jî tê jibîrkirin. Bi vî awayî bi zarokan re hişmendiya ji bilî zimanê zikmakî pêş dikeve. Xwe pênasekirinê êdî bi zimanê din dike. Ji demên pêş de êdî bikaranîna zimanê zikmakî kêm dibe, peyvên xwe kurt dikin û peyvên zimanê din dixin nav axaftina xwe. Vê gavê zarok bi hişmendiya zimanên serdest mezin dibin. Zarok piranî wextên xwe li dibistanan derbas dikin ji ber vê jî divê mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bê dayîn.” 
 

Heger bingeh tine be avahî hildiweşe

Pedagog Adar Jiyan jî diyar kir ku ziman ne tenê mefek e, ziman pêdiviyek jiyanî ye û got: “Çawa ku bê xwarin, bê hilm jiyan nabe bê ziman jî jiyan ne pêkan e loma mafê ziman jî ji wan pêkeran cuda nîne. Ji hêla pedagogan de jî ziman wek dayikek e. Ji ber ku dayik perçeyek ji xwezayê ye û jê qût nabe. Ziman jî divê di xwezayê xwe de bimîne. Lewra em ewqas li ser têkiliya zarok û ziman disekinin û nîqaş dikin. Em ji bo zarok û ziman dikarin çêkirina avahiyekê mînak bidin. Heke bingeha avahiyê tine be, ew avahî mehkûmê ku hilweşe. Her wiha ziman kesayetê jî ava dike. Li ser derûniya zarokan bandora ziman rasterast heye.”

 Panel bi pirs û bersivên beşdaran bi dawî bû.

MA/AMED