Li Amedê olana stranên Kirmanckî

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 19 Hezîran 2022 - 22:06

  • Hunermendê navdar ê kurd Mîkaîl Aslan li Amedê konserek bêhempa li dar xist. 

Hunermendê navdar ê kurd Mîkaîl Aslan li Amedê konserek bêhempa li dar xist. 

Hunermendê kurd ku bêtir bi zaravayê Kirmanckî stranan dibêje, piştî konsera Sêrtê û Êlihê duh na pêr bi şev jî li Amedê konserek bêhempa li dar xist. Konser bi beşdariya sedan kes li Sahneya Servekirî ya Zarok Ma’yê pêk hat. Li cem Mîkaîl Aslan, hunermend Cem Erdost û amûrjen derketin ser dikê. 

Di konserê de Aslan û ekîba xwe performansek hêjayî temaşekirinê nîşan dan û konser nêzî du saetan dewam kir. Aslan bêtir bi zaravayê Kirmanckî stranên herêma Dêrsimê got û şeva muzîkhezan şên kir. 

Aslan konsera xwe bi strandina strana “Elqajiyê” û “Dîlbera Dêrsimê” bi dawî kir.  

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.