• Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de, bi mamosteyên Kurdî re civiya.

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de, bi mamosteyên Kurdî re civiya. Komeleyê beriya civînê daxuyaniyek da. Civîn li Egîtîm-Sen a Şaxa 2'yan a Amedê hat lidarxistin. Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî û mamosteyên MED-DER'ê tevli civînê bûn. 

Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî anî ziman ku 21'ê Sibatê rojeke taybet e û armanca wan bi vê civînê jî ew e ku sûdê ji çavdêrî û tecrûbeyên mamosteyan bigirin û guh li daxwazên wan bikin. 

15 û 21’ê Sibatê hefteya zimanê Kurdî

Ronî di dewama axaftina xwe de got, "Pêşî em ê plansaziyên xwe tevî mamosteyan binirxînin û bernameya xwe ya nû amade bikin. Ez yeqîn dikim ku em ê tevî mamosteyên xwe xeyalên pêşengên xwe Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Eliyê Herîrî û gelek kesên wekî wan, pêk bînin. Em 15-21'ê Sibatê li her derê Amedê wekî Hefteya Zimanê Kurdî îlan dikin." 

MA/AMED