Li aliyekî Tirkiye li aliyê din Îran dikuje

Sêşem 13 Îlon 2022 - 22:30

  • Li Rojhilatê Kurdistanê, li Baneyê jî hêzên rejîma Îranê Rizgar Mihemed Zade qetil kir. 

Li ser sînorê di navbera Bakurê Kurdistanê leşkerên dewleta Tirk a dagirker gule li kolberekî ji Rojhilatê Kurdistanê barandin û di encamê kolber Esker Derwîşzade hat qetilkirin. Li Rojhilatê Kurdistanê, li Baneyê jî hêzên rejîma Îranê Rizgar Mihemed Zade qetil kir. 

Hat zanîn ku doh leşkerên Tirk ên dagirker, kolberekî ciwan ê bi navê Esker Derwîşzade ku xelkê gundê Kerkûş a herêma Elend a bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê ye, dema ku li ser sînorê di navber Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de kolberî dikir, bi gulereşandinê qetil kirine.

Derwîşzade 31 salî bû 3 zarokên wî hebûn.

11'ê Îlonê jî li herêma Hengejalê ya ser bi Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên Îranê êrişî komek kolber kir.

Li gorî agahiyan, di encamê de kolber Rizgar Mihemedzade (40) ku xelkê bajarê Seqizê û bavê du zarokan bû hate kuştin.

Heman rojê kolber Seîd Kerîm (30) jî di êrişa hêzên Îranê de birîndar bû.

Her wiha hêzên Îranê li heman herêmê êşkence li kolber Mihemd Qaremanî û Siyamek Şikrî kir.

SINE/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.