Lehengê strana 25’ê Gulanê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 18 Tîrmeh 2024 - 00:47

  • Dayikek ji Botanê Ahmet Kesîp wiha pênase dike: Xwezî dengbêjên kal hebûna ku yek bi yek û dîmen bi dîmen behsa şerên ku wî meşandiye bigotana. Wê demê her kesî fêm bikira ku Kurdistanê şervanek çawa mezin kiriye.

FÎRAZ BARAN

25'ê Gulana 1988’an de gelê Kurdistanê fermandarekî mezin winda kir. Ew fermandarê gerîla Ahmet Kesîp bû.

Ahmet Kesîp di sala 1957’an de li gundê Karahacili yê navçeya Aralik ya Qersê ji dayik bûye. 

Dema ku lîseyê dixwîne têkoşîna serxwebûna Kurdistanê nas dike. Ji ber vê sedemê dev ji xwendina xwe ya bilind berdide û tevlî têkoşîna şoreşgerî ya PKKyê dibe. Sal 1977 e. Ango hîn Partî nehatiye damezirandin.

Ahmet Kesîp ji aliyê fizîkî ve pir bi hêz bûye. Di heman demê de taktîkvanekî leşkerî bûye. Beriya sala 1980’yî beşdarî gelek çalakiyên leşkerî jî dibe.

Di sala 1979’an de piştî îlankirina rewşa leşkerî Ahmet Kesîp berê xwe dide çiyayan. Li çiyayan xebatên xwe yên li dijî kolonyalîzmê dewam dike. Piştre di 12’ê Îlona 1980’yî de derbeya leşkerî pêk hatiye. Wê demê têkiliyên kadroyên Qers û Agirî bi rêxistinê re qut dibe.

Li Serhedê Sê Sal

PKK vekişiyaye Lubnanê. Lê Ahmet Kesîp bi komek hevalên xwe re di navbera salên 1980-1983an de li Qers û Agiriyê li dijî derbeyê li ber xwe dide û nûnertiya rêxistinê dike.

Li Ararat û çiyayên derdorê propagandaya serxwebûna Kurdistanê dike. Li dijî darbekaran û sîxuriyê şer dike.

Di sala 1983’an de Ahmet Kesîp û hevalên xwe di ser Rojhilatê Kurdistanê re derbasî Başûrê Kurdistanê dibin û li wir rêxistinê dibînin. Paşê dîsa diçe Serhadê û li Agiriyê tekoşînê didomîne. Dem dibe tenê dimîne. Lê, şervanên nû derdixîne û şerê li vê heremê berdewam dike. Ahmet Kesîp zivistana 1985-1986’an li çiyayên Başûrê Kurdistanê derbas dike û li vir perwerdeya leşkerî dide şervanên nû.

Di 3. Kongreya PKKê ya ku di sala 1986’an de pêk hat de wekî endamê Komîteya Navendî tê hilbijartin. Piştî kongereyê li Botanê xebatê şoreşê dimeşîne. Heta sala 1988’an li herêmên cuda yên Botanê li dijî kolonyalîzma Tirk bi dehan çalakî pêk anîye. Di şerên ku beşdar dibe de bi têkoşîna xwe ya lehengî û bi hostatiya taktîkî derbên mezin li kolonyalîstan dixe û di dîroka ARGKê de dibe yek ji fermandarên mînak.

Şerê Dawî

Ahmet Kesîp di 25’ê Gulana 1988’an de beşdarî şerê dawî dibe. Şer li bejahiya gundê Bênavok a navçeya Şemzînan a Colemêrgê diqewime.

Artêşa Tirk bi hezaran leşker, tîmên taybet û cerdevanan beşdarî şerê Bênavokê dibe. Helîkopter û top jî piştgiriyê didin wan.

PKK tenê bi 9 gerîlayan li dijî vê hêzê derdikeve, piştî şerê giran tevî Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Ahmt Kesîp(CemşîdI) 9 gerîla şehîd dikevin. 

Li ser şehîdên Bênavokê hunermend Şemdîn stranek bi navê “25ê Gulanê” nivîsand û bi kaseta xwe ya bi navê “Ala Rengîn” de wek stran xwendiye. Şemdîn şehîdên Bênavokê wiha vedibêje:

25 Gulanê
Gotin û Mûzîk: Şemdîn

25ê Gulanê
Li ser Mezra Botanê
Reberê serxwebûnê
Dîsa serî hildane
Dîsa li ber xwe dane
Dîsa girtin dîlane

Şer bû şerekê giran
Dijî cuntaya Tirkan
Xurme xurma mavzeran
Xwe berdaye nav çiyan
Xwe berdaye li Botan
Xwe berdaye bajaran
Bilind bûye li Kurdistan

Dijmin hatin bi hezaran
Tevî top û teyaran
Şehîdên benanokê
Şervanên serxwebûnê
Tirs xistine neyaran
Xofa dilê kedxwaran

Heval Ahmet rêber bû
Rezane gelê xwe bû
Heval Ferhan pola bû
Fedayê Kurdistan bû
Reberiya Serok Apo
Ilmê Marksîst pê jiya bû
Ilmê şoreş pê jiya bû
Bi rêberiya Öcalan
Bûn rêberê Kurdistan
Bûn rêzanî me Kurdan
Bûn şehîdên Kurdistan

Çavkanî: Serxwebûn (Hêjmara Hezîran û Tebax a 1988an), Arşîva Stêrk TVyê û dokumenta “Dîroka bi Agir”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.