Li Brûkselê Hefteya Çanda Kurd

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 19 Tebax 2024 - 00:50

Hefteya Çanda Kurd a 8'an li paytexta Belçîka Brukselê bi coşeke mezin dewam dike.

Kurd ji 4 aliyên Kurdistanê, di hefteya çandê de hatin gel hev. Festîvala ku di 15'ê Tebaxê de li qada Place de Bourseyê bi meşa çandî ya li ber dahol û zirneyê destpê kir, bi coşeke mezin dewam dike.  

Doh na pêr jî bi pêşandana cil û bergên Kurdî û derketina hunermendên weke Xelîl Sadiqî, Dahol û Zirne, Hozan Seid, Kemençe û koroya hunermendan bi stranên gelêrî yên dengbêjî, hin komên biyanî jî derketin ser ser dikê û gel bi stranên xwe coşandin.

Hunermendên tevlî festîvalê bûn, beriya bistirên bang li gelê Kurd kirin ku bi xurtî xwedî li çand, ziman û hebûna xwe derkeve.

Di hefteya çandê de ji bo nasandina çand, huner û kelepûrên Kurdî gelek kesî serdana konê çandê kirin. Her wiha li gel xwarinên herêmî yên Kurdistanê gelek pirtûk jî di standan de hatin nîşandan.

Roja sêyemîn a hefteya çandê herî dawî jî bi strana "Çerxa Şoreşê" û bi dirûşmên 'Jin, Jiyan, Azadî', 'Bijî berxwedana gerîla', 'Bijî Rêber APO' dewam kir.

ANF/BRÛKSEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.