Dixwazim muzîkê bibim hemû navendan

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 12 Tebax 2024 - 00:33

Renu Umer nişteciha navçeya Ranye ya ser bi Îdareya Raperîne, li koleja Hunerî Ciwanekan ya Zanîngeha Silêmaniyê, beşa hunerî temam kiriye. Renu got; “Ez dixwazim mûzîkê bibim hemû navendên dibistanan û zarok fêr bibin.”

Renu Umer hîn di zarokatiya xwe de bi karê mûzîkê ve xerîk bû, sala 2003’yan  berê xwe da dewreyek perwedeyê, piştre jî peymangehê kir rêya bidestxistina xewn û xeyalên xwe yên zarokatiyê. Dixwaze bi rêya mûzîkê hêz, xeyal û cîhana xwe nîşan bide.

Renu piştî sala 2017’an xwendina xwe ya peymangehê temam kir, hewl dide zarokan fêrî hunerê bike. Renu li peymangehê fêrî amûra kemanê dibe. Renu ku fêrî kemanê bûye, dewreyek fêrkirinê ji bo ciwanan daye destpêkirin. Renu dibêje; “Armanca min ya sereke ewe ku kesên dixwazin, fêr bibin, ez dixwazim zarok hîn zêdetir fêrî amûrên mûzîkê bibin. Divê malbat jî alîkariya zarokên xwe bikin û wana bişînin dewreyên fêrbûnê. Ji ber ku ger zarok berê xwe bidin fêrbûna amûrên mûzîkê, wê ji amûrên elektronîk jî dûr bikevin. Divê jin girîngiyê bidin hêz û hunera xwe.”

Zaroka bi navê Karya Mihemed jî ku tevlî dewreya perwedeyê bûye got; “Ji biçûkaniyê ve daxwaza min ya li ser kemanê heye, ji bo vê jî tevlî vê dewreyê bûm û fêr dibim. Divê ciwan berê xwe bidin dewreyên perwerdeyê, bi van dewreyan dikarin xwe ji telefon û amûrên din dûr bixin.”

ROJNEWS/RANYE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.