Li Rojhilat rastiya mûzîkê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 3 Tebax 2024 - 00:19

EVÎN ZÎLAN

Yek ji dewlemendiya vê axê muzîk û huner e. Çanda muzîkê bi civakê re eleqeder e. Muzîk, huner, nirx, bawerî û bûyerên dîrokî û civakî yên kurd bi erdnîgariyê re eleqeder e. Muzîka Kurdî têkiliya wê bi civaka Kurdistanê re heye. Muzîka Kurdî tevî derbasbûna sedsalan hîna xweserbûna xwe diparêze. Gelek lêkolîner û dîroknas dibêjin Zagros herêma cihê vejîna muzîkê ya cîhanê ye. Temenê muzîka Kurdî hema hema bi ya civakên Zagrosê re heman e. Koka muzîkê xwe digihîne mîtolojiyên gelê Kurd. Yek ji van mînakan ‘Serencamname’ ya behsa Tekvînê dike. Tê gotin li Avestayê doktoran ji bo başbûna nexweşan muzîk dida guhdarkirin. Piranî dîroka van axan bi riya muzîkê hatiye vegotin. Beşek mezin a dîroka vê axê bi gotinî hatiye heta îro. Efsûn, çîrok û her wekî din. Şamarî  li herêma Mukriyan û bi taybet li mahabat û Bukanê, stranên Kurdî dihewîne û ev stranên bi vî terzî şer, bûyerên destanî vedibêje û pesnê wan dide. Siyaçemaneh, ligel Hewraman, li Javanro, Merîvan û Sîneyê zêde ye. Heyran teşeyekê meqama muzîkê ye û li herêma Mahabad û Mukriyan nadare. Lawk, yek ji meqamên Kurdî ya aydê jinan e. Kurdên Horosan ji vê re dibêjin ‘LohîleluŞiwan’. Goranî, Bend, Hore û herêmên Hewraman  wek helbest, şîrn û destan hatiye gotin. Enstrumanên hatine bikaranîn jî aydê Mezopotamyayê ne. Ev bilûr, zirne, ney, def, dombak, tembûr, keman û dîvan in. Çalgi wek 7 cure bê bicihkirin; mahor, şûr, newa, humayun, uçgah, dortgah û beşgah. Reqsa Halparke wek riya axaftina bi xwezayê re tê binavkirin. Ev reqs û muzîk bi armanca spasiya ji bo mirovan hatiye çêkirin. Li gorî hinek lêkolînan ev fîgur tenê çanda şer, taktîkên şer, hest û xemgîniyê eleqeder nake. Wateyeke hîn kûrtir ya govendê heye. Ev fîgur di heman demê de têkiliya wê bi hebûn û mirovahiyê heye. Reqs li sê beşan vediqete; rîtuel, çandî-artîstîk û leşkeriya teatral. Nokteya van reqsan, yekitî û civakîbûn e. Wekheviya jin û mêr e. Di van reqsan de aşkera tê dîtin ku zîhniyeta zayendperet tune ye. Lê mixabin di roja îro de îdeolojiyên zayendperest û baviksalar bandor kiriye. Der barê reqsa Kurdan de mînakên dîrokê beriya Zayînê di sedsala 5’an de li Zagrosan hêsan e û  taseke ji kîlê hatiye çêkirin li girê Şûşa hatiye tasvîrkirin. Di vê tasê de reqsa 5 kesî hatiye tasvîrkirin. Rojhilatê Kurdistanê bi awayê erdnîgarî li sê beşan vediqete: Bakur, Navîn û Başûr. Rojhilatê Kurdistanê mozaîka hemû zaravayên Kurdîye. Xwedî dewlemendiyeke çandî ye. Bêguman li her sê parçeyan cudahî hene û fêmkirina van jî girîng e. Herêma bakur piranî Kurmanc in. Herêma navîn Soran e û ya Başûr jî Îlam, Kirmanşah û Loristan normên wan ên taybet hene. Li gorî lêkolînerên dîrokê yên çandî, li bakurê Kurdidanê ku bakurê rojhilatê Kurditsanê digire nav xwe neolîtîkbûnek pêk hatiye. Eşîrê di civakê de rolek girîng dilîze. Hîna jî ji vê çandê derbas bûne û li gorî çanda îro tevnegeriyane. Sadebûn di ziman û jiyana van mirovan de bi aşkera tê dîtin. Di zimanê vê herêmê de tevliheviyek taybet tune ye. Siyaset jî dikare bê dîtin. Li her herêmê li gorî xweserbûnê şoreşek ziman hatiye jiyîn. Li vê herêmê curebûna şaristaniyan xwe daye der û bi karekterên Kurd ê herêmê tevlihev bûye. Di wêje û helbestê de ne karekterekî parçebûyî, karekterekî bi ast tê dîtin. Aliyê başûr ê Îlamê û Kirmanşahê, ne di lîteratura îdeolojîk-siyasî ya rejîma Îranê de ne jî di wêjeya Kurd de xwedî cihekî taybet nîne û ji ber vê guheriye û ji derve maye. Ji ber vê wêjeya devkî li gorî  wêjeya nivîskî hîn bêtir xurt e û di marjînalbûna herêmê de rol lîstiye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.