Dixwazin kaosê çêbikin

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 3 Tebax 2024 - 00:21

Hunermendên Kurd Atîlla Cûdî û Aysel Borak dijî êrîşên li ser çand û zimanê Kurdî helwestan nîşan dan. Hunermendan destnîşan kirin Kurd ne yên berê ne, li ber zext û zordariyan serê xwe natewînin. Cûdî û Borak gotin ji van êrîşan armanc ew e ku kaosek were çêkirin.

Hunermend Aysel Borak diyar kir êrîşên li ser çand û zimanê Kurdî ne nû ye, ji salên 90’î ve didome, krîza aborî ya li Tirkiyê bi bîr xist û got,’’Ji bo krîza aboriyê, kêmaniya mûçeyan a li Tirkiyeyê binixumînin, her wiha bala mirovan bikişînin ser qadeke cuda êrişî çand, ziman, huner û destketiyên Kurdan dikin. Yanî mirovên rastgir û neteweperest jî bi operasyonên bi vî rengî têne bêdengkirin.’’

Kurd serî natewînin

Borak êrîşa li ser penaberên  Sûriyê yên ku li Qeyseriyê dest pê kirin bi bîr xist û got tişta ku niha li Kurdan tê kirin û ya li ser penaberên Sûriyê mîna hev in û got’’Hewl didin rehekî bitepisînin û rehê din binepixînin.’’ Borak her wiha got,’’Kurd ne ew civak e ku serî li ber vê zilmê bitewîne û dest ji têkoşînê berde. Ji bo serhildanên hîn mezintir nebe hewl didin zextê bikin. ‘’

Hunermendê Kurd Atîlla Cûdî êrîşa li ser çanda Kurdî weke hewldaneke provakatîv bi nav kir û got,’’Bi qedexekirina çand, govend û stranên Kurdî hewl dide kaoseke nû biafirîne û çepereke nû bi dest bixe. Kurd gelê herî qedîm ê Mezopotamyayê ne. Çawa ku di serhildana Kawa de Dehaq têk birin û govend gerandin, di tevahiya dîrokê de Kurdan di her bûyereke baş, serketinê û dawetê de govend gerandin. Piştî damezrandina komarê çawa ku Atatirk Kurdî, govend qedexe kir, îro jî AKP vê yekê dike. ‘’

Kurd ne yên berê ne

Cûdî her wiha got,’’Divê Kurd di vê mijarê de helwesteke demokratîk nîşan bidin û haya xwe ji provokasyonan hebe. Kurdan ti carî dest ji ziman, govend û çanda xwe bernedan. Kurd êdî Kurdên berê nînin, Kurd êdî gelekî polîtîk e. Gelê Kurd ku DAÎŞ têk bir, wê AKP'ê jî di dema herî kurt de têk bibe."

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.