Lêgerîna edaletê ji bo Êzîdiyan

Sêşem 21 Hezîran 2022 - 22:18

  • Komîteya Edaleta Êzîdî hatiye damezrandin da ku dewletan ji ber ku qirkirina Êzîdiyan asteng nekirine, li Dadgeha Navneteweyî ya Ceza ya li Laheyê bide dadgehkirin. Di nava dewletên berpirsiyar de dewleta Tirk jî heye. 

Rojnamevan Patrick Wintour ji bo The Guardianê li ser înîsiyatîfa YJC (Yazidi Justice Committee/Komîteya Edaletê ya Êzîdî) nûçeyek amade kiriye û em ji wê nûçeyên hîn dibin ku komek ji parêzerên pilebilind ên Ingilîz komîteyeke edaletê ji bo Êzîdiyan ava kirine û delîl û belgeyan berhev dikin da ku berpirsên qirkirin û fermana li dijî Êzîdiyan û dewletên pêşî li qirkirinê negirtine bên dadgehkirin. Li gorî nûçeyê YJC êrişên droneyên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê weke dewamkirina qirkirinê dinirxîne.

Înîsiyatîfa parêzeran doh xwe weke Komîteya Edaletê ya Êzîdî (YJC) fermî bi nav kir. Ew du sal û nîva bihurî li ser wê yekê xebitîne ku li fermana 3´yê Tebaxa 2014´an  bikolin. 

Di nava komê de 5 rêxistinên mafê mirovan ên navneteweyî hene û Sir Geoffrey Nice QC serokatiya wê dike. Sir Geoffrey Nice QC yek ji dozgerên sereke bû di dadgeha navneteweyî ya ceza ya ji bo Yugoslavyaya berê. Kesên sereke yên xwedîtiyê ji înîsiyatîfa YJC re dikin jî Helena Kennedy QC û David Alton in.

Wê hewl bidin dewletan dadgeh bikin

Di gotarê de em hîn dibin ku YJC wê meha bê raporekê eşkere bike û tê de navê sê welatan hilde. Ew ê hewl bide van dewletan ji ber ku pêşî li qirkirinê negirtine, bide dadgehkirin. Heger bi ser keve di warê hiqûqa insanî ya navneteweyî de dikare awayekî nû yê hesabpirsîna di warê sûcên binpêkirina mafê mirovan de bide destpêkirin. 

Parêzerên ji bo înîsiyatîfê dixebitin, vê yekê bi dilxwazî dikin. Ew piştî daketina bi delîlan, dibêjin, dibe ku heta bi 10 dewletan jî ji ber astengnekirina qirkirinê li gorî Peymana Neteweyên Yekbûyî weke berpirsiyar bên dîtin û bên dadgehkirin. 

Armanca înîsiyatîfê ew e ku van dewletan li Dadgeha Navneteweyî ya Ceza (ICJ) dadgeh bike û bike ku ew tezmînatê jî bidin mexdûr û saxfilitiyên qirkirinê. 

Li gorî xala yekê ya Peymana NY´yê, ji berpirsiyariya dewletan e ku pêşiyê li qirkirinê bigirin û vî sûcî ceza bikin.  

Tenê kesek hatiye dadgehkirin

Heta niha ji ber qirkirina Êzîdiyan, tenê di dozeke li Frankfurta li Elmanyayê de ceza li kesekî hat birrîn. Rojnameya me bi berferehî behsa vê dozê kiribû. Di dawiya wê dozê di 30´ê Mijdara 2021 de li DAIŞ´iyê bi navê Taha A.J cezayê muebeddê birrî bû. Li ser wî îsbat bûbû ku zarokeke Êzîdî ya 5 salî li ber tava Mûsilê li hewşê girêdaye û heta miriye jî wiha hêlaye. 

Dewleta Tirk qirkirinê dewam dike

YJC ji The Guardianê re wekî din jî peyiviye û gotiye, “delîl hene ku nîşan didin qirkirin û fermana li dijî Êzîdiyan dewam dike”. Ne tenê li Iraqê, her wiha li Sûrî jî. Gava ew behsa vê dewama qirkirinê dike, navê êrişên bi dorneyên bisîleh ên dewleta Tirk hil dide. 

Ev jî dibe ku nîşanek ji bo wê yekê be ku di rapora YJC´ê ya meha li pêşiya me de di nava sê dewletên berpirsiyariya xwe ya astengkirina qirkirinê bi cih neanîne, navê dewleta Tirk jî hebe û dibe ku ew her wiha bi dewamkirina qirkirinê jî bê tohmetbarkirin. 

Aarif Abraham parêzerekî hiqûqa navneteweyî ya mafê mirovan e û ji damezrênerên YJC´yê. Wî ji rojnameyê re gotiye, “[Ev dozên muhtemel] wê bi kêr werin ku dewletan hişyar bikin di warê bicihanîna berpirsiyariyên xwe yên mecbûrî yên ji bo astengkirina qirkirinê, bi tevahiya derfetên mentiqî li ber dest”.

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.