Kurt û Kurmancî li benda filman e!

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 13 Îlon 2021 - 06:02

Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî, pêşbaziya kurtefilman a 1 deqîqeyî dabû destpêkirin. Niha dema miracaetê tê dirêjkirin. Dema miracaetê heta 31'ê Kanûna 2021'ê hat dirêjkirin. 

Ji bo festîvalê mijara “Zimanê Kurdî” wek tema hatiye hilbijartin û divê mijara filmên îsal Zimanê Kurdî be.

Kurtefilm divê ji 1 deqîqeyî ne dirêjtir bin. 

Malpera "sînemayakurdî.com" û "Tor Film Production" bi hev re “Mihrîcana Filman a Kurt û Kurmancî” li dar dixin.

Xelatên pêşbaziyê wiha ne;

Yekemîn: 500 euro (Xelata Sîmemaya Amûdê)
Duyemîn: 500 euro (Xelata Taha Karîmî)
Sêyemîn: 500 euro (Xelata Xelîl Dag)
Çaremîn: (Xelata Taybet Ya Kurdîstanî)

Ji bo hurgilî û agahiyên berfireh lînka li jêr bişopînin;
https://sinemayakurdi.net/mihricana-filman-a-kurt-u-kurmanci/

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.