• Komeleya Çand û Huner a Dîcleyê dê di serdema nû ya perwerdehiyê de ji bo zarokan kursan çêke. 

Komeleya Çand û Huner a Dîcleyê dê di serdema nû ya perwerdehiyê de ji bo zarokan kursan çêke. 

Komeleyê ji ber pandemiyê demeke dirêj dersên xwe bi awayekî online didan. Di 23'yê Cotmehê de wê dest bi perwerdehiya rû bi rû kir. Komele di warê wêne, resim, gîtar, şano, folklor û gelek beşên din de dersê dide.

Perwerdekarê komeleyê Omer Baran got, ew ê bi huner pêşî li ber polîtîkayên asîmlasiyonê û şerê taybet bigirin. 

Baran got, di dema pandemiyê de jî wan şagirtên xwe bê muzîk nehiştine: "Em dixwazin mirov bên vir û aktîvîteyên wan ên civakî zêde bibin. Niha herî kêm 60 şagirtên me hene. Em di warê gîtar, baxleme, şano, wêne, folklor û gelek warên din de perwerde dikin." 

Li taxan wê zarokan kifş bikin

Baran da zanîn ku ew ê di serdema nû de ji bo zarokan jî hin xebatan bikin: "Em ê li taxên Sûrê yeko yeko biçin malan û bi zarokên temenê wan 8-11 salî re elaqedar bibin. Em bi ti awayî doza heqekî li van zarokan nakin. Tenê em dixwazin zarok bi huner re mijûl bibin. Li vir 6 perwerdekarên me hene û qadên me hemûyan jî cuda ne. Em ê qabîliyeta zarokan kifş bikin. Piştî wextekê jî em ê li gorî qabîliyeta wan polan çêkin. Em ê piştî perwerdehiyê ji bo zarokên bi muzîkê re elaqedar dibin, koroyeke zarokan çêkin. Paşê jî em ê ji bo malbatên wan çalakiyeke piçûk li dar bixin." 

Jiyaneke nû ava dikin

Omer Baran wekî din got, kursiyer xwedî li komeleyê derdikevin û elaqeyeke xweş ji bo komeleyê heye: "Li herêma me li hemberî ciwanan hin polîtîkayên cidî hene. Em ê bi hunerê xwe bersivê bidin van polîtîkayan. Berê şagirtekî me yê elimî û mubtelayê tiryakê hebû. Hate komeleyê, bi huner re elaqedar bû û xwe ji tiryakê rizgar kir. Em dixwazin ciwanan û zarokan daxilî nav huner bikin û van ji tiştên xirab dûr bixin. Em ê nehêlin ciwanên me bikevin nav lepên van tiştan.

Em ê bi hunerê xwe jiyaneke nû ava bikin." 

MA/AMED