Kurdiya resen winda dibe

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 30 Mijdar 2024 - 01:15

  • Esnaf û mamosteyê zimanê Kurdî Mahmûd Pala ku li navçeya Erdîş a Wanê dijî, bal bire ser rewşa zimanê Kurdî ya li herêmê tê axaftin û da zanîn ku Kurdiya resen ber bi windabûnê ve diçe.

Li Herêma Serhedê ku rêjeya axaftina Kurdî di van salên dawî de kêm bûye, bi amûrên teknolojiyê pirtir ji ziman dûr ketine. Ji ber vê yekê axaftina kurdiya resen a herêmê gelek kêm bûye û hema bibêje di nava zarokên nû de ji sedî 90 zimanê Kurdî nizanin. Li dijî vê yekê mamoste û dildarên zimanê Kurdî ku ev bi salan in têdikoşin, ji bo vê rewşê berovajî bikin ketine di nava hewldanan de û xebatan dimeşînin. Mamosteyê zimanê Kurdî û esnaf Mahmûd Pala ku ji navçeya Erdîş a Wanê ye, karê pirtûkfiroşî û qirtasiyeyê dike. Mahmûd Pala nêzî 19 salan mamostetiya erdnîgariyê kiriye û di 2016’an de ji mamostetiyê hatiye îxraçkirin. Mahmûd Pala, bi zimanê Kurdî, çand û hunera Kurdî û siyaseta kurdewar re mijûl dibe û jiyaneke kurdewar dijî. Mahmûd Pala di destpêka axaftina xwe de bal bire ser nebaşbûna zimanê Kurdî ya li herêma Serhedê û diyar kir ku bikaranîna zimanê Kurdî ya di nava civakê de gelekî lawaz e. Mahmûd Pala, anî ziman ku Kurdiyeke resen ku ji bo siberojê bibe mînak nemaye û got:“Sedem jî ew e ku zimanê Kurdî nebûye pêdiviya danûstandinê û nebûye zimanê fermî. Zimanê saziyên fermî, bazirganiyê, çûyîn û hatinê hemû bi Tirkî pêk tê. Lewma zimanê Kurdî roj bi roj lawaz dibe. Divê xwedî derketineke xurt hebe ku zimanê Kurdî bijî.”

Pergala kapîtalîst dijminê ziman e

Mahmûd Pala, diyar kir ku ji bo pêşketina Kurdî; xwendin, têgihiştin û vegotina ji bo civakê pêwist e. Mahmûd Pala, anî ziman ku ew weke esnafekê her roj bi cînarên xwe re Kurdî diaxive û got:“Kesekî rewşa min bipirse, bi zimanê Kurdî dipirse, ev yek keyfa wî jî tîne. Gelek muşteriyên min gava ez bi wan re kurdî diaxivim xweşiya wan diçe. Heke herkes li ser vê hişyariyê be, ne tenê Serhedê wê li hemû Kurdistanê ziman pêş bikeve. Em hemû peywirdarin ku zimanê Kurdî pêşve bibin.” Di berdewamiyê de Mahmûd Pala, destnîşan kir ku pergala kapîtalîst dijminê hemû mirovahiyê, çand, ziman û hunerê ye û got:“Kesên ku zana ne, di nava civaka xwe de dijî û rûsipîtiya civaka xwe dike divê bi hişmendiya tekoşînê tevbigere. Heke na wê têk biçe. Em jî wê li dijî siyaseta dewlet û pergala kapîtalîzmê tekoşîneke xurt bimeşînin û zimanê xwe pêş ve bibin.” Mahmûd Pala, anî ziman ku divê Kurd jî bipirsin ka ew kî ne û got “Gava me ev pirs kir em ê nasnameya xwe bizanin û xwedî lê derbikevin. Em ê axa xwe, erdnîgariya xwe û dîroka xwe bizanin û li ser vê yekê jî heke em tê bigihijin, em bixwînin û hîn bibin em ê ji zimanê xwe pirtir hez bikin. Heke kesek aşiqê zimanên biyanî be tu carî Kurdî hîn nabe, her ku diçe em ê têk biçin û em ê Kurdiya resen ku îro di nava civakê de tê bikaranîn ji bîr bikin. Ji xwe zarokên me êdî ji ber medyaya dijîtal zimanê dayikê ji bîr dikin. Pêwiste em rêya wan vekin, xwedî lê derbikevin û hînî ziman bikin. Heke di bin hişê zarokên me de peyveke Kurdî jî bimîne, dê ji bo zanebûna wan, ji bo doza wan û pêşeroja wan rêya wan ronî bike.”

AW/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.