Kurdistan Show

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 26 Tebax 2021 - 06:03

  • Şowa bedewiya veşartî ya modeya Kurdistanê wê berhemên gelek dêzaynkerên Kurd ên weke Khoshkar Horre, Bahar Yasin, Sadiye Demir û Nesrîn Hassan bide nîşan.

Par gelek çalakiyên modeyê hatin betalkirin, yan jî weke film û şowên televizyonê hatin sînordarkirin. Li Londonê jî rewş bi heman rengî bû. Lê îsal rewş diguhere. Savita Kaye û House of iKons 18 û 19´ê Îlonê li paytexta Ingilîstanê Londonê, şowa modeyê organîze dike. Di vê şowa modeyê de dîzaynkerên modeyê yên ji seranserê dinyayê beşdar dibin. House of iKons alternatîf e li dijî modelên yekreng, ew hem ji netewe, kom û rengên cihê û hem jî ji dirêjahî, temen û qelewiyên cihê modelan nîşan dide. 

Îsal ji Çînê heta Rojhilata Navîn gelek dîzaynkerên modeyê yên ji welatên cihê di şowê de cihêx we digirin. Şowê beşeke taybet bi sernavê “The Hidden Beauty of Kurdistan Fashion Show (Şowa bedewiya veşartî ya modeya Kurdistanê)” ji Kurdistanê re veqetandiye. 

Nexşeya li ser bedena jinê

Vekirina vê şowê Atelier û Khoshkar (Xoşkar) Horre dikin. Xoşkar bi koleksiyona xwe ya nû ya bi navê ‘A Woman is a Legend (Jinek efsaneyek e)’ wê tevlî şowê bibe. Xoşkar dibêje, “Xelk ji min re dibêje, “hostekar”. Weke her hunermendî, li ser min tesîrên stîlîstîk hene, bi îlhama bedewiya jinê. Dîzaynên min hatine çêkirin ji bo ku nexşeyekê li ser bedena jinê xêz kim, da ku mirov karibin wê kişf bikin.” 

Ji kevnan nûyê çêdike

Di vê şowa modeya Kurdistanê de wê dîzaynên Bahar Yasin Studios jî bên nîşandan. Bahar Yasin bi xwe li Swêdê bi cih bûyî ye. Berhemên wî bi pirranî vîntaj in. Ji bo van berhemên xwe tiştên ji nû ve hatine bikaranîn û parçeyên cilûbergên destê duyê bi kar tîne. Yanî esas ew ji kevnan nûyê çêdike.

Şefafiya hevrîşmî di cilûbergên Kurdî de

G.seven a Gulistan Taylan jî wê koleksiyonên Yildizstoffe nîşan bide. Gulistan berhemên modern ên şefaf ji hevrîşmê sivik û tûlan çêdike. Ew qumaş, motîf û rengên Kurdistanê dixe nav berhemên xwe. Yildizstoffe çêkerekî qumaş û caw ê ji Elmanyayê ye. Ala Hadji ya ji À la modeyê wê cilûbergên wan ên Kurdî nîşan bide. 

Bûkaniyên mîranî

Di nava koleksiyona Sadiye Demir a ji Yade Coutureyê de fesalên mêran bi rengên femînîn hene. 
JoJo Braut & Abendmode a Nesrîn Hassan wê vê şowa Kurdistanê bi dawî bike. Ev modevan bi kiras û bedlên xwe yên dawetan tê nasîn. Nesrîn Hassan dibêje, “Fikra li pey vê beşa solo ew e ku me weke netewe bide nîşan bi rêya huner û çanda me. Ez gelekî serfiraz û şanaz im ku dawiya şowê bi kirasên min ên mîranî dibe. Ez qumaş û cawên cihê yên kalîteya bilind û heta kevirên Swarovskî jî bi kar tînim, da ku kirasan bi dawî bikim. Ez xasma ji bo şowên modeyê tiştên nû dîzayn dikim.”

Axir yên ku herin li cihê cih lê binihêrin yan jî di televîzyonê de lê binihêrin wê du rojan ji modeya dinyayê û rojekê jî ji modeya dîzaynkerên Kurdan tamijkî bibin. 

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.