Bi tesîra filman cilûbergê mêran

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 27 Çile 2021 - 01:06

Ji ber pandemiyê, li Parîsê îsal pirraniya şowên modeyê û defîle dîjîtal dibin. Markaya Namacheko jî bi dîzaynkerên xwe yên Kurd Dîlan Lurr û Lezan Lurr koleksiyonên xwe yên Parîsê dîjîtal dan nasîn. Namacheko cilûbergên mêran çêdike. 

Dilan Lurr, di koleksiyonên xwe de ji bo mêran cilûbergên weke sentezeke di navbera hunerî û bikêr de pêşniyaz dike. Ew dibêje, “Di dema karantînayê de min rojên xwe ji sibhê heta êvarê bi temaşekirina filman bihurandin.” Ji ber wê yekê jî ev dîzaynkera îro li Anversê dimîne, di sêwirandinên xwe de tesîra filman jî eşkere nîşan dide: şalên teng, pêlavên weke ji filman derketî.

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.