Bedewiya veşartî ya Kurdistanê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 24 Tebax 2020 - 23:59

  • Di şowa dîjîtal a House of iKons de Îlona bê atolyeya Xoşkar Horre, Yade Couture Atelier, Incî Hakbilen û a la Mode & JoJo wê di beşa Bedewiya Veşartî ya Kurdistanê nîşan bidin.

Nihêrîna li modeya cilûbergan ileh elaqeya xwe bi nihêrîna li dinyayê re heye. Ji ber wê ye ku markayên cihê xwedî perspektîfên cihê ne. Hin ji markayên cilûbergan yên ku her sal bi şow û defîleyan modeya dîzaynerên xwe nîşan didin, dixwazin stereotîpan kêm bikin û pirrengiyê di vê sektorê de misoger bikin. Yek ji van markayan jî House of iKons e ku cih dide dîzaynerên Kurd û xemlên ji Kurdistanê jî.
Ji ber tevdîrên koronayê, îsal şowên modeya cilûbergan nekarîn bi defîleyan xwe nîşanî xelkê bikin. Niha "House of iKons" şoweke dîjîtal amade dike da ku modeya xwe ya herî dawiyê nîşan bide. Îlona li pêşiya me bi navê Fashion Week London ev şowa dîjîtal wê bi rê ve biçe. Di vê şowê de beşek ji desen û xemlên Kurdistanê re jî hatiye veqetandin.
Savita Kaye, House of iKons damezrandiye û di bin banê Lady K Production de bi cih kiriye. Ew pirrengbûnê û qelskirina stereotîpan di modeya cilûbergan de teşwîq dike.
Axir bi navê "The Hidden Beauty of Kurdistan (Bedewiya veşartî ya Kurdistanê)" model û çalakgera Kurd, Zarya Azadî wê beşeke vê şowa dîjîtal bi rengên Kurdistanê bixemilîne. Şow wê estetîk û heza neteweya Kurdistanê li yek cihî nîşan bide.

Çar atolye û dîzayner

House of iKons tê nasîn bi peyamên xwe yên bi rêya modelya cilûbergan her kesî dihewîne, ku bi wan dîyaznerên li seranserê dinyayê teşwîq dike. Dîzaynerên weke Xoşkar (Khoshkar) Horre dîzaynên xwe wê li ser dikê nîşan bidin.
The hidden beauty of Kurdistan di şowa wê de li cihekî navendî ye. Malpera fermî ya markeyê ji bo vî beşê şowê dibêje, "bi kelecaneke teze, û hiseke jihevdiyar, markeya modeya cilûbergan a Khoshkar Horre hatiye çêkirin, da ku daxwaza dîzaynerî ya gotina çîrokekê bi gewde bike."
Ji bilî Xoşkar Horre, Yade Couture Atelier jî wê nihêrîna xwe ya li modeyê nîşan bide; ji bo vê markayê, House of iKons dibêje, ew hêvî dikin ku sala 2021´ê ew di defîleyên xwe de jî cilûbergên vê atolyeyê nîşan bide.
Incî Hakbilen a ji Hamburgê jî û a la Mode & JoJo jî di vê beşê de wê Bedewiya veşartî ya Kurdistanê nîşan bidin.

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.