LD xwe Parîsê kurdewarî da qebûlkirin  

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 1 Îlon 2023 - 09:51

  • Lara Dizeyî: Xeta min a cilûbergan, henesaya wê ya jiyanê evîn, hêvî, sebr û dildarî, hêz, coş û vedana kulîlkan e. Gava mirov cilûbergên min sêwirandî li xwe dikin, vê hêz û xweşikahiyê hîs dikin, û ev hêz ji mîrasa çanda cilûbergan a welatê min tê.

Edîtora sereke ya bi modeyê jî dadikeve ya şaxê kovara Forbesê yê Fransayê Sabah Kaddouri, bi dîzaynkera modeyê ya Kurd, Lara Dizeyee re peyiviye. Ew bi ser nivîsa “La reconnaissance parisienne d’une designer kurde” (Li Parîsê qebûla dîzaynkereke Kurd) pê dadikevim, ka çawa derdorên dîzayna modeyê li Parîsê Lara Dizeyee (Lara Dizeyî) qebûl kirine.

Gava Sabah Kaddouri, Larayê dide nasîn dibêje, “Dîzaynera Kurd, Lara Dizeyî, li welatê xwe ew navdar e, ji dema defîleya xwe ya havînê hişyar di nava xewn û xeyalekê de ye. Modevanan û rojnamevanên pisporê modeyê, dîzaynên wê yên ji mîrasa welatê wê û têra xwe jî afîrîner, ecibandin.”

Ji bo defîleya xwe ya havînê Lara Dizeyî dibêje, “Ji bo min ya herî muhim ew bû ku ez mîrasa welatê xwe û xweşikiya çanda xwe li Parîsê nîşan bidim. Min nexwest tenê bibim dîzaynkera Kurd a li paytexta modeyê defîleyê dike. Lê helbet pê şanaz im ku ez bûm a pêşî [di nava Kurdan de] ku tevlî Fashion Week a Parîsê bûye. Kela canê min gelekî rabûbû ku bi dîzaynên xwe min rengê çanda xwe parve kirin.”

 

Hêza wê ji mîrasa Kurdistanê ye

Li ser wê yekê ka gelo ew dîzaynê weke wezîfeyekê dike, Lara wiha li Sabah Kaddouri vedigerîne: “Ez koleksiyonên xwe bi dilekî mişt hêvî ji bo Kurdistana xwe ya lê ji dayik bûme û ji bo dinyayê, disêwirînim. Gava vê dikim, evîn û bala min li ser her kiteyê ye. Gava mirov ji sînoran û wêde kar dike, û mirov bi sedem û bingeh ji erka xwe bawer dike, her tişt mumkin e.”

Ji bo Lara Dizeyî, mîrasa çanda cilûbergên Kurdistanê muhim e û ew vê yekê di bersiva xwe de wiha rave dike: “Xeta min a cilûbergan, henesaya wê ya jiyanê evîn, hêvî, sebr û dildarî, hêz, coş û vedana kulîlkan e. Gava mirov cilûbergên min sêwirandî li xwe dikin, vê hêz û xweşikahiyê hîs dikin, û hêz ji mîrasa çanda cilûbergan a welatê min tê.”    

 

Dixwaze xelkê heyranî cilûbergên xwe bike

Ji bo defîleya xwe ya li Parîsê, wê sê sehne amade kirine: “Ew behsa dîroka jinên Kurd dikin: Sehneya pêşî jinbûn û hestyarbûn nîşan dida, ya diduyan dildarî, û ya sisiyan jî hêz.”

Ew ji nirxandinên xelkê û pisporan jî razî ye. Lê ya herî zêde ji bo wê muhim ew bû, ku kesên alîkariya defîleya wê dikirin ji bo derkeve ser podyûmê, dil ketine dîzaynên wê: “Ya ku herî zêde tesîr li min kir, ew hisa giştî bû, gava min dît alîkarên amadekirina defîleyê dil ketin cilûbergên min, min li ser rûyê wan ew heyranbûn dît, ji xwe ev e ya ku ez dixwazim xwe bigihînimê gava ku ez cilûbergên xwe disêwirînim.”

 

Ti tişt wê ji çanda wê qut nake

Lara Dizeyî, li Viyanayê hatiye dinê û li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê mezin bûye. Dîsa jî girêdana wê ya bi çanda Kurdî re xurt e. Ew vê yekê wiha rave dike: “Ez li derveyê welatê xwe bim yan jî li Kurdistanê bim, tiştekî ku nehêle ez bi kokên xwe ve bêm girêdan nîne. Eşq û evîna min a ji bo welatê min û çanda min bêdawî ye.”

Herçî ji niha û pê ve ye, Lara Dizeyî dibêje, “Ez ê karê xwe yê li ser koleksiyonên xwe yên nû dewam bikim û ez ê li ser îş bikim da ku kêfa mişteriyên min ên zêde dibin, ji dîzaynên min re bê.”

Axir diyar e ku Lara Dizeyî cihê xwe li nava modevaniyê de li Parîsê jî çêkiriye. Ji niha û pê ve ew ê çendîn serketî be, wê xwe bi koleksiyonên wê yên nû nîşan bide.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.