Hem mode ye hem siyaset

Nûçeyên Çand/Huner

În 11 Îlon 2020 - 23:00

  • Pêdiviya esasî ya xweparastinê ya jinan li welatên rojava vediguhere fetîşekê, weke çanda me tê nîşandan. Heger misêwa şer bi ser me de nehata, gelek tiştên din ên em bidin dinyayê hene.

LUQMAN GULDIVÊ

Modeya cilûbergan û cihê wê di bazar û siyasetê de gelekî hatiye minaqeşekirin. Awirên rexneyî yên ji nava modeyê bi xwe jî lê hatine kirin. Hin ji van akademîk û hinên din jî bi modeya alternatîf çêbûne. Niha xebatên ji bo weşandina kovareke modeya cilûbergan a nû di vê peywenda rexneyî de tê kirin. Ev kovara hanê bi navê ME Collective wê hejmara yekê 2021´ê derxe û li ber xwe daniye ku salane hejmarekê biweşîne. Di projeyê de du Kurd, Îmî Oztaş û Arî Murad cihê xwe digirin. Kovara bi navê "ME Collective" wê bi awirekî nû li modeya cilûbergan û hunerê wê binihêre. ME´ya wê, îşaret bi Middle East yanî Rojhilata Navîn dike. Em bi xwediya înîsiyatîfa vê kovarê re Îmî Oztaş re peyivîn. Kovar dibêje, ew ê hêman û estetîka ji Kurdistanê û Rojhilata Navîn hem dîrokî û hem jî hevçax di awira xwe ya li modeyê de bi cih bike. Li gorî Îmî Oztaş modeya cilûbergan (fashion) siyasî ye: Siyaset modeya cilûbergan e û modeya cilûbergan jî siyaset e.

Ev fikra kovareke modeya cilûbergan bi giraniyeke hêmanên ji Kurdistanê û Rojhilata Navîn ji ku peyda bû?

Ez qederê 10 salan di pîşesaziya modeya cilûbergan de xebitîm. Min bergên [kovara] Vogue jî çêkirin, û min bi çavan dît ka prestîj û bandora çandî ya ku modeya cilûbergan dikare bike çi ye. Hîna ez ciwan bûm, min hewl da modeya cilûbergan û rengên zindîtiya Rojhilata Navîn, nexasim Kurdistanê di nav mainstreamê de bi cih bikim. Ya min dît, li vê yekê girtina deriyan û bicihkirina hêmanên çanda me bû bi rengê ku wan bê qîmet bikin. Weke nimûne, bi Ziryab em dibînin ka modeya cilûbergan li Rojhilata Navîn çiqasî girîng bûye. Ji karên Ziryab tên qebûlkirin ku têgeha dîzayna modeya cilûbergan û sezonan îcad kiribe; vê jî rê li ber defîleyan û nîşandana reng û hilberînên cihê li gorî wextên salê vekir. Ev aliyekî pirr muhim ê modeya cilûbergan e, heta belkî aliyê herî muhim e. Rojhilata Navîn mozaîkek e, îlhamê dide û esasên modeya cilûbergan jî lê hene.

Elaqeya modeyê û civakê, xasma jî aliyê wê yên siyasî li gorî te hene?

Siyaset modeya cilûbergan e, modeya cilûbergan siyaset e. Nexasim jî li Rojhilata Navîn. Lê heyf û mixabin e; roja me ya îro burjuwaziyê ew desteser kiriye. Lê belê siyaset û modeya cilûbergan bi temamî bi hev re elaqedar in. Ma gava ku em jineke çarşefa Burqa lê dibînin, em îmajekî bi temamî siyasîkirî nabînin? Li Kurdistanê cilûbergên mêran bi temamî siyasî bûne. Berê mêrên Kurdan kiras li xwe dikirin, ji qumaşê xwe berdide (Melkezêt, Herîr Hindî). Lê belê îro fesaleke eskerî li her çar parçeyên Kurdistanê heye. Ev jî pêdiviya me ya bi berxwedana daimî û şerên bê hejmar ên ku bi ser Kurdan de hatin, nîşan dide.

Ji projeya Ziryab

Çima mijarên ji efsaneyên Kurdî? Çima Kurd?

Kurd hindikî tên dîtin û ku ew bi awayekî baş tên dîtin jî ev bi rengekî zêde polîtîzekirî ye; pirraniya caran weke şervanan ew tên terîfkirin. Ev ne rast e, pirraniya 50 milyon Kurdan di emrê xwe de ranehiştine sîlehekê, vêca bela xwe ji şerê li dijî neheqiyê jî vekin. Jinên Kurd li welatên rojava hatine fetîşkirin. Pêdiviya esasî ya xweparastinê ya jinan li welatên rojava vediguhere fetîşekê, weke çanda me tê nîşandan. Heger misêwa şer bi ser me de nehata, gelek tiştên din ên em bidin dinyayê hene.

Di beşên we qismekî wan li ser înternetê weşandî de Mem û Zîn û Şahmaran xuya dikin…

Mem û Zîn û Şahmaran bi tenê nimûne ne ku em di kovarê de nîşan didin. Em li ser gelek çîrok û efsaneyan xebitîn û hîna jî dixebitin da ku resmên wan bigirin. Çîrokên me yên kevin pirr xweşik in û bi ya min bi qasî wêjeya em bibêjin Roman û Yewnan angajeker û modern in.

ME Collective çi ye, wê tenê berê awira xwe bide Kurdistanê yan na?

ME collective bi wî awayî yekane ye ku ew ê bibe kovara yekê ya modeya cilûbergan ku wê siyaset, çand û modeya cilûbergan bi hev ve elaqedar bike û halê hazir tenê Kurd wê bi rê ve dibin. Halê hazir ez û Arî Murad in û em bi xwe fînansmana wê misoger dikin. Arî bi xwe jî demeke dirêj çalakgerekî Kurd bû di sînematografî û filmçêkeriyê de bêhtirî 10 salan bihurandin û tecrûbeya me ya hevpar projeyeke yekane derxist holê ku tevahiya jiyana xwe me herduyan jî xeyal dikir bi cih bînin. Siberojê em hêvî dikin ku li cem xwe mirovên ji seranserê Rojhilata Navîn bixebitînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.