Kurdistan li ber xwe dide

În 4 Mijdar 2022 - 03:25

Rejîma Îranê li Sine leşkerê xwe yê di raperînê de cihê xwe girt, bi awayekî hovane şehîd kir. Mumîn Zendkerîmî ji bo iznê vegeriya li mala xwe ya Sine û bi derbehişkan hat şehîdkirin. 

Raperîna gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dike. Li pirraniya zanîngehên Îranê û dibistanên wê xwendekaran dest bi grevê kiriye û nerazîbûnê nîşan didin. Van grev û nerazîbûnan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê doh û pêr jî dewam kir. Hêzên rejîmê li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Sineyê, Mumin Zendkerîmî yê 18 salî ji pişt ve gulebaran kir û paşê jî bi derbehişkan, ew şehîd kir. Lê belê berxwedana Rojhilatê Kurdistanê di roja 50´î ya raperînê de li dijî hêzên rejîma Îranê dewam dike. 

Doh û pêr jî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanan dewam kir. Bi taybetî jî li Sine, Merîwan û Seqizê greva giştî bi bandor bû; li van bajaran dikan û bazar girtî bûn.

Herwiha li hinek taxên bajarên Sine, ciwanan bi pêxistina agir û çalakiyan li ber hêzên rejîma Îranê rabûn. Li bajarê Kirmaşan, Merîwan, Seqiz, Bokan, Mehabad û gelek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jin û ciwanan bi dirûşmeya, “Jin jiyan azadî” çalakî hatin kirin. Di çalakiyan de bi pêxistina agir rê hatin girtin û xwepêşanderan nerazîbûna xwe ya ji desthilatê nîşan da.

 

Xwendekaran zanîngeh boykot kirin 

Xwendekarên Sine û Merîwanê jî bi awayê cuda nerazîbûn nîşan dan. Li bajarê Merîwanê hêzên rejîma Îranê ji bo çewisandinê ser Zanîngeha Peyamnur de girtin.

Li bajarên Îranê jî xwendekarên zanîngehên Sîstan Belucistan, Esfehan, Şîraz, Hurmuzgan, Reşt û yên gelek bajarên din çalakî kirin. Wan ders boykot kirin û neçûn holên nexwendinê.

Li dibistanên Kerec, Efsehan, Tehran û Şîrazê jî xwendekaran çalakî kirin û bi dirûşmeyan nerazîbûn nîşanî desthilata rejîma heyî dan.

Herwiha pêr bi şev li hinek meydanên Tehran, Terwîz û Esfehanê çalakî hebûn û yek ji dirûşmeyên wan ên esasî “Jin jiyan azadî” bû.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê heta niha 277 kes di xwepêşandanan de hatine qetilkirin û 40 ji wan zarok in. Li gorî vê rêxistinê dibe ku hejmara kesên di raperîna li dijî rejîma Îranê de şehîd bûne, ji vê jî zêdetir be.

Herwiha li gorî malpera Herana ku girîngiyê dide şopandina rewşa mafên mirovan a li Îranê, heta niha 277 xwepêşander hatine kuştin ku 48 ji wan zarok in.

 

Bi derbehişkan şehîd kirin

Li aliyê din rêxistina şopandina binpêkirinên mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê, Hengawê da zanîn ku hêzên rejîma Îranê pêr bi şev li bajarê Sine, Mumin Zendkerîmî yê 18 salî bi awayekî hovane şehîd kiriye.

Hengaw dide zanîn ku li Çerxerêya Gulşan a Sine, hêzên rejîmê ji 2 metreyan ji pişt ve gule bera Mumin Zendkerîmî dane. Piştî ku ew ketiye erdê jî, wan bi derbe hişkan ew şehîd kiriye. 

Şahidên bûyerê ji Hengawê re gotine, hêzên rejîmê gelek caran bi pihînan li serê Mumîn ê birîndar xistine. 

Xizmekî Mumîn Zendkerîmî jî ji Hengawê re gotiye, “Rewşa Mumîn gelekî xirab bû, rewş wisa bû ku di hinavên wî de xwîn jê diçû. gava ew dibirin Nexweşxaneya Tewhîdê, ew di rê de şehîd bû.”  

Cenazeyê Mumîn Zendkerîmî li gundê wî Maçeh Sefalî hate veşartin. Hat zanîn ku Mumîn Zendkerîmî leşkeriya xwe ya mecbûrî beriya bi 3 mehan dest pê kiriye û gava ku di raperînê de hatiye şehîdkirin jî di iznê de bûye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.