Kurdî weke karakter muzîka rockê hewand

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 7 Çile 2021 - 01:04

  • ”Helbet îro jî mumkin e mirov li ser dikê bibe bahozek, bi dengekî bilind biqîre. Û kesên van soundan bi kar bînin wê hebin; lê belê ez dikarim bibêjim, di albumê de min hinekî pûte bi sînorên xwelêragirtinê yê mirovan da.”

MIHEME PORGEBOL

 

Harun Elkî ji rockvanên muhim ên Kurdî ye. Ew sala 1975’an li navçeya Şirnexê Bêşebabê (Elkê) hatiye dinê û ji wir bi neçarî koçberî Edenê bûye. Wî li wir di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de dest bi karê muzîkê kir. Harun Elkî pêşî di nava Koma Rewşen de muzîka rockê kir. Bi komê re albuma Asê sala 2002’yan, ya Pola Nû 2005'an derxistin. Piştî ku Koma Rewşen ji hev belav bû, Harûn Elkî çû Stembolê û li wir pêşî solo 4 sîngle weşandin. Harun Elkî herî dawî bi navê Rev albumeke bi soundên tevlîhev weşand. Em pê re li ser muzîkê, albuma wî ya nû û rocka Kurdî peyivîn.

Gelo muzîka rockê bi çand û zimanê Kurdî re li hev dike?

Hê di destpêka rêwîtiya xwe de em pê hisiyan ku muzîka rockê û zimanê Kurdî gelekî li hev dikin. Jixwe yek ji sedemên belavbûna muzîka rockê di nav Kurdan de jî ev bû ku ziman gelekî lê dihat. Kurdî di warê fonetîk, xislet û bi temamî lê çanda rockê nehata, wê dewamkirina muzîkê ji bo me zehmet bûya. Ez bi rehetî dikarim bibêjim, zimên bi xwe ev muzîk hilbijart. Bi ya min Kurdî weke karakter muzîka rockê hewand. Em li lihevkirina çandî binihêrin, di nava çanda Kurdan de muzîka rockê nîne, lê çavkaniyên wê yên weke serhildanê di her qonaxa jiyana Kurdan de hebûne. Ji ber wê, di nava rabihuriya çandî ya Kurdan û muzîka rockê de hevhesînek heye. 

Çanda rockê di nava muzîka Kurdî de ber bi ku ve çû?

Beriya me Kome Wetan hebû ku muzîka rockê bi Kurdî dikir. Paşê bi albuma me ya bi navê Asê pêvajoyeke nû dest pê kir. Niha bi hevalên nû pêvajoyeke din rêya xwe dikudîne. Yanî em behsa tiştekî dikin ku nûnerên wî yên pêşî hîna sax in. Sounda rockê di Kurdî de bi me, yanî bi hunermendê hîna sax dest pê kir. Tiştên ku Kurdan ji berê ve çandî, hestî, fikrî û felsefî his dikir, muzîsyenên weke Kerem Gerdenzêrî û min jî his kir û zimanê me li vê muzîkê neqişandin. Lê helbet me ew muzîk hema wilo neanî û li vir dewam nekir. Me muzîk bi xisleta xwe xemiland. Ji bo ku ez tama xwe biafirînim, min xwe gelekî westand û ez dikarim bibêjim, me tameke navîngî çêkir. Ev tam ji vê lehzê û pê ve dikare bibe parçeyek ji çanda me jî. Ma ne, çand jî di encama nirxên heyatî yên mirovan de pêk tê. Her tişta ku mirov di nava jiyana xwe de qîmetekî didinê, vediguhere çandê. Em dikarin, muzîka rockê şîrove bikin weke yekê ji tiştên vê sedsalê li çanda Kurdî zêdekirî. Heger em çanda Kurdî ji ya kevin tenê bihesibînin û ya nû red bikin, naxwe ne lazim e Kurd ti tiştî bikin. Ne lazim e têbikoşin. Ya berê têra wan dike. Baş e, ma mumkin e ev bê qebûlkirin? Nexêr.

Muzîkjenên Kurd çawa bi çanda Kurdî daketin, çawa ew îcra kirin?

Muzîka rockê tameke din a jiyanê ye. Mirov di lêgerîna xwe de pêrgî tamên nû dibe, û hinan ji wan dixe ên xwe. Hin tiştan ji xwe jî li wê zêde dike û ji nav wê jî hin tiştan li xwe zêde dike. Bi vî awayî dibin parçeyên hev. Ji ber vê yekê bi ya min rock êdî mîrateyeke mirovahiyê ye. Em tenê xwe weke rockvan jî bi nav nakin. Em xwe weke hozan jî terîf dikin. Hozanê xwe digihîne qencî û wicdanî jî. Weke parçeyek ji meşa mirovan a li ser rêya çandê, em jî rêya xwe dikudînin. Tenê, em soundeke cihê diceribînin. 

Ez dikarim bibêjim te albumeke serketî çêkiriye. Lê ev bûye albumeke nermtir li gorî karên te yên beriya niha. Çima?

Sounda me ya di dema Rewşenê de heta bi hestiyên xelkê xwe berdida. Sounda sereke û populer a muzîka rockê bû. Aliyekî wê hebû yê ku her kes têr dikir. Lê roja îro, em neçar in ku li muzîkên li ber sînorê xwelêragirtinê bihisînin. Li seranserê dinyayê ji bo tevahiya civakan ev lê ye. Niha li dinyayê komên herî zêde di rewacê de komên rockê ne. Rocka indie, rocka bêhtir dikare bê qebûlkirin, bêhtir di rewacê de ye. 

Gava dibêjim, "bêhtir dikare bê qebûl kirin" ya dixwazim bibêjim ev e: Civakê demeke dirêj li wan soundên hişk guhdarî kir. Lê di vê dema nû de civak li gorî xwezaya xwe hinekî minîmîze bû. Xwe ji mubalexeyên şuşt. Ew hişkî nemir, helbet wê vegere, lê rewşa giştî ya mirovahiyê ya îro ev e. Mirov dikarin hişkiyeke maqûl qebûl bikin. Ji bo xwe jî ez dikarim heman tiştî bibêjim. Helbet îro jî mumkin e mirov li ser dikê bibe bahozek, bi dengekî bilind biqîre. Û kesên van soundan bi kar bînin wê hebin; lê belê ez dikarim bibêjim, di albumê de min hinekî pûte bi sînorên xwelêragirtinê yê mirovan da. Helbet ev elaqedarî hisiyata min e. Mesele di vê albumê de muzîk û stranên bi karakterên cihê hene. Di van stranan de şopa halên min ên derûnî hene. Hinek dikarin vê weke buhrana nasnameyê şirove bikin. Ez van weke rengên xwe dibînim. Taliya talî, ez ji bilî xwe nûneriya ti kesê din nakim. 

Te got, ew hişkî nemir, helbet wê vegere. Tu çima ewqasî piştrast î ji vê? Niyazeke te ye yan pêşbîniyek e?

Gava ku ez dil ketim muzîka rockê, li dinyayê pêleke muzîka popê hebû. Di kovar kitêbên min hingê xwendî de, hostekarên berê digot, Rock ‘n’ Roll agirek e, venamire. Carinan tîna wî dikeve. Heta carinan hew tînê dide. Lê gava ku roja wê hat, gur dibe û vediguhere dildariyekê ya ku dilan bi agirekî himhimî dipêçe.' Yanî, ruhê rockê dibe ku li demê biguhere. Ruhê her demê helbet wê guhertî be, lê ew ruh wê timî hebe. 

Te di sounda vê albumê de muzîka elektronîk jî bi kar aniye. Xweş jî çêbûye. Lê sedema wê çi bû?

Esas elaqeta min a bi muzîka elektronîk re ji berê ve ye. Lê belê gava em di Koma Rewşen de bûn, ew pêvajoyeke din bû. Muzîka rockê ji bo me weke namûsê bû. Carinan tiştekî weke elektronîk dikete nava soundê, lê pirraniya wê cimaetê dengên elektronîk weke xav didît. Di soundê de herî zêde keyboardên analog dihatin qebûlkirin. Lê îro ew qaqilkê hişk ê rockê şikest wî qaqilkê digot, "Ez filan im, ji filanê pê ve nabim tiştekî din". Neçar ma tamên nû bihewîne. Ya rastî ne tenê muzîka rockê, terz hemî wisa ne. Hema hema tevahiya terzan xwe dawerivand nava terzên din. Di nava muzîka rockê jazz, elektronîk, li hin cihan house û hin cihan t-rap û gelek xisletên din jî tişt dawerivandin nava wê. Ez dibêjim, dawerivandin, ji ber ku muzîka elektronîk ne sereke ye. Di muzîka min de jî wiha ye. Ev tamên wisa ne ku li gorê ruhê stranê û zemên dawerivîne nava stranê. Yanî min weke muzîkjenekî muzîka elektronîkê, muzîka elektronîkê kir. Min hewl da ez tamên elektronîk li gorî  ku li xisleta rockê bê lê zêde bikim. Ev bi salan e ez produktoriyê û aranjoriyê dikim; weke mirovekî çi kêm çi zêde ehlê meselê, min hewl da ez li wê tiştê bigerim ya ku li min tê. 

 

Rewşen  di nava şerekî de hat dinê

Ji bo gelek ciwanên Kurd Rewşen veguherî nirxekî din. Di nava xelkê de maneyeke cihê ya Koma Rewşen heye. Di vê peywendê de tecrûbeyên Rewşenê çima muhim in?

Rewşen esas di nava şerekî de hat dinê. Rewşen esas komek bû ku paralelî şerê xweavakirinê yê miletekî, hewl dida xwe ava bike. Bi ya min ev gelekî muhim e. Gava milet xwe ji nû ve diafirand, wî Rewşen jî anî dinê. Di demekê de ku kirina muzîka rockê pirr ne mumkin bû, bi muzîka rockê xwe heyî kir.  Îro pirr rehettir muzîka rockê dikare bê kirin, lê hingê di nava vê civakê de ev pirr zehmet bû. Yanî, esas mesele berxwedanek û destketiyên di encama vê berxwedanê de ne. Em xwe weke zarokên şerî dibînin. Me giraniya şerî li ser hestiyên xwe hîs dikir û bi muzîka rockê bersiv da wê. Ji ber wê jî tecrûbeyên Rewşenê bi qîmet in. 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.