• Cengiz Akaygun: Jixwe ez mecbûr im vê bikim. Ez vê nekim ez ê xiyanetê li xwe bikim. Kurdî zimanê min e, ma ez bi Kurdî huner nekim, kî wê bike? Ez dibêjim, ev rastiya min e, rastiya me ye.

DENÎZ BABÎR
STUTTGART

 

Derhênerê Kurd ê Dêrsimî Cengiz Akaygun niha kurtefilma bi navê Aisha (‘Eyşa) çêdike. Wê bi 4 kurtefilmên xwe yên beriya niha gelek xelat wergirtine. Bi filma ‘Eyşa’ Cengiz Akaygun bi serpêhatiya dê û du keçên wê behsa şer û penaberiya li Rojhilata Navîn dike. Wî dîmenên filmê li xirbeyeke li eyaleta Baden Wurttembergê girtin. Akaygun niha ji bo yekemîn filma xwe ya metrajdirêj dest bi nivîsandina senaryoyê kiriye.
Cengiz li Elmanyayê hatiye dinê û li Elmanyayê mezin bûye. Dîsa jî ji bo wî muhim e ku balê bibe ser zimanê Kurdî û heta di filmên xwe de biqasî mumkin e Kurdî bi kar bîne. Ew dibêje, “Ez vê nekim, ez ê xiyanetê li xwe bikim. Kurdî zimanê min e. Ma ez bi Kurdî huner nekim, kî wê bike!” Em bi Cengiz re li ser filmên wî û projeyên wî peyivîn.

Kengî elaqeya te bi sînemayê re çêbû?

Elaqeya min a ji bo sînemayê di salên xwendina min a li zanîngehê dest pê kir. Li Zanîngeha Duisburgê min beşa xwe guhert, ez ji Zanistên Civakî derketim û min Çapemenî û Ragihandin xwend. Min filmeke danasînê çêkir û vê elaqeya min a ji bo sînemayê hem di warê film û hem di warê teknîkê de çêkir. Piştre jî min biryar da projeyên xwe çêkim.

Te dîmenên belgefilma xwe ya yekê li Amedê girtin, çima Amed?

Ez li Zanîngeha Duisburgê xwendekar bûm. Ez fikirîm ka gelo ez li Tirkiyeyê xwendekarekî Kurd bûma, wê çi bihata serê min. Min xwest ya tê serê xwendekarên Kurd rave bikim. Gelek ciwanên li Ewrûpayê hatine dinê, lê mezin bûne, ji xwe dipirsin, ‘Ka gelo ez li Kurdistanê hatibama dinê, ez ê bibûma kesekî çawa’? Yanî ‘Cengizekî, Ehmedekî yan jî Memedekî çawa?’ Min ev meraq kir û vê meraqê ez ber bi çêkirina belgefilmeke kurt ve birim.

Di nava kurtefilmên te de ‘Dara Mandelînê’ behsa keçeke Kurd û bavê yê girtiyê siyasî dike. Te xwest çi peyaman bidî?

Filma Dara Mandelînê ya rastî behsa têkiliya di navbera bav û keçekê de dike. Bav di hepsê de ye û keça wî di hepsê de diçe serdana wî. Gava dikeve nava hepsê, keçik dixwaze resmeke wê xêz kirî, bibe hundir û bide bavê xwe. Lê destûra wê nadin. Resma wê ya çivîkekê ye, lê gardiyan dibêjin, resmeke anarşîst e. Ji ber ku keç xemgîn dibe, bavê wê dilê wê xweş bike û ew bêhtir bi hev ve tên girêdan. Keçik cara dinê dareke mandelîna xêz dike û di nava darê de peyameke wê ji bo bavê wê heye. Peyameke ku tenê bavê wê jê fêm bike. Ha film li dora vê çîrokê hûnandiye.
Min xwest peyameke gerdûnî ya ku ji her welatî mirov fêm bikin, bidim. Ez timî dixwazim bi sînemayê xwe bigihînim hestên mirovan. Hest li her devera dinyayê eynî ne. Ji ber nasnameya xwe min bavekî Kurd û keça wî tercîh kirin. Ez dibêjim, peyama min cihê xwe girt. Film li seranserê dinyayê li gelek deveran hat nîşandan.

Ez ne şaş bim, filmê gelek xelat jî wergirtin…

Li gelek festîvalan hat nîşandan û hêjayî qederê 60 xelatî hat dîtin. Li Emerîka, Awustralya, Fransa û Îtalyayê qederê 20 xelatan wegirtin. Filmê di kategoriya kurtefilman de namzetê Xelata Mafê Mirovan a Filman (Deutscher Menschenrechtsfilmpreis) e. Çav li rê ye di nava vê mehê de bê eşkerekirin ka kî wê xelatê wergire. Film di heman demê de Festîvala Filman Sdyney a Flickerfest (Ji bo Oscarê kuwalifiye dike) û Festîvala Filman a Baden-Wurttembergê (Filmschau Baden-Württemberg) jî hêjayî xelatê hat dîtin.

                                                              Ji seta 'Eyşa'

 

Filma te ya nû ya niha tu çêdikî, ‘Eyşa’ (Aisha) wê behsa çi bike?

Filma ‘Eyşa li ser neheqiyên li rojhilata Navîn e; ew neheqiyên ez dibînim, dişopînim. Ez şerê li wir û sirgûnkirina mirovan di ser malbatekê re rave dikim. Serpêhatiya dayikek û du keçên wê ye, behsa zehmetiyên wan û zilma li wan bûyî dike.

Te dîmenên film çima ne li Rojava, lê li Baden-Wurttembergê girtin?

Film çêkirin karekî zehmet e. Mirov ji vir biçe Rojava, û li wir film çêke, ne hêsan e. Ez wir cografî jî nas nakim, û bi ser de jî pirsgirêkên lojîstik hene û krîza koronayê çêbû; ji ber wê me biryar da li vir dîmenan bigirin. Ez fikirîm filmê li Îtalya yan jî li Mêrdînê çêkim. Lê belê koronayê û şerê heyî pêşî li vê jî girt. Li Rojava ez bi temamî ne piştrast jî bim, bi ya min wê zehmet be. Ji ber vê me seta xwe ya film li vir danî. Li eyaleta em lê ji bo girtina dîmenên filmê me alîkariyeke baş jî wergirt.

Hûn amadekariya filmeke metraj-dirêj jî dikin. Niha qonaxa ev film tê de kîjan e?

Navê filmê “Pênc berik” e. Em du senarîst li ser kar dikin, senaryoyê dinivîsin. Di ser Alan Kurdî re em behsa mirina zarokên penaber dikin. Gava Alan Kurdî xeniqî, ez li Tirkiyeyê bûm. Senaryo behsa serpêhatiya du zarokan dike. Yek jê ji Sûrî ye, penaber e. Yê din ji Elmanyayê diçe Tirkiyeyê, tûrîst e. Ew li gundekî ji bo tatîlvaniya, pêrgî hev tên. Kurê ji Sûrî, di behrê de pênc berikên xwe winda kirine û diçe li wan bigere. Her berê dibînin çîrokekê dibêje. Tiştekî welê ye, hinekî fantastîk e. Min xwest hinekî destê xwe bidim wan tiştên li Rojhilata Navîn diqewimin.
Hin pirsgirêkên me yên madî hene, lê ji bo nivîsandina senaryoyê me fonek ji eyaleta Baden-Wurttembergê girt.Halê hazir du produktor elaqedar in.

Gelo Kurdî jî heye di berhemên te de?

Kurdiya min ne zêde xurt e, dîsa jî vê kurtefilma xweya dawî ‘Eyşa’ bi Kurdî û Erebî çêdikim. Ez di filmên xwe de Kurdî bi kar tînim, şematîze jî dikim. Jixwe ez mecbûr im vê bikim. Ez vê nekim ez ê xiyanetê li xwe bikim. Kurdî zimanê min e, ma ez bi Kurdî huner nekim, kî wê bike? Ez dibêjim, ev rastiya min e, rastiya me ye. Jixwe ez vê weke pirs jî red dikim.

 

Cengiz Akaygun kî ye?

Cengiz Akaygun sala 1979’an ji dayik bûye. Filma wî ya pêşî li ser nasnameya xwendekarên Kurd belgefilmeke kurt e, wî dîmenên wê sala 2011’an girtin. Sala 2014’an kurtefilma ‘Meymûnên Azad’ (Free Monkeys) çêkir. Filmê gelek xelat wergirtin û li Festîvala Berlîn Generale de xelata filma herî baş wergirt. Wî sala 2016’an kurtefilma ‘Berber’ (The Barber) û paşê filma Dara Mandelîna (Der Mandarinenbaum) çêkir. Wî tebaxa 2020’an dîmenên kurtefilma bi navê Rûtîn (Die Routine) girtin; film niha di qonaxa produksiyonê de ye. Kurtefilma ‘Eyşa jî niha di qonaxa montajê de ye.