Kurd wê serbilind li ber wan rabin
Yekşem 14 Mijdar 2021 - 23:10
- Ji bo hevserokatiya HDP'ê ya bajar a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan hatin hilbijartin.
Ji bo hevserokatiya HDP'ê ya bajar a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan hatin hilbijartin.
Rêxistina HDP'ê ya Amedê, kongreya xwe ya awarte ya 3´yan bi şîara "Em bi hêza xwe ya rêxistinkirî tecrîdê bişikînin, jiyana azad a demokratîk ava bikin" li dar xist.
Rêxistina HDP'ê ya Amedê kongreya xwe ya awerte ya sêyemîn civand. Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan tevlî kongreyê bû û got, "Wê ti carî nikaribin bi me."
Kongre li navçeya Amedê Peyasê li dar ket. Li salona kongreyê pankartên li ser wan nivîsandî "Hevserokatî xeta me ya sor e", "Bi ruhê ciwantiya şoreşger em tecrîdê parçe dikin", "Na ji tecrîdê re, azadî ji zindaniyan re", "Li dijî budceya qesrê, şer, alîgiriyê, em budçeya gel diparêzin" û wêneyên Denîz Poyraz hatin daliqandin.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, aktîvîstên TJA, Hevserokên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, nûnerên partiyên Kurdistanî, SGDF, ESP, CHP, Partiya DEVA û Partiya Gelecek, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Platforma Zimanê Kurdî, MED TUHAD-FED, TUAY-DER, BAD-DER, Komeleya Lêkolîn û Şopandina Koçê ya Mezopotamyayê tevlî kongreyê bûn.
Amed her têkoşiya
Pervîn Bûldan li kongreyê got, "Amedê sêdar dîtin, êşkencexane dîtin, lê belê gelê Amedê ti carî dest ji rûmeta xwe, îradeya xwe, nasnameya xwe û têkoşîna xwe berneda. Îradeya xwe ti carî teslîmî kesî nekir."
Bûldan got, HDP hêza xwe ya li dijî zext û astengiyan ji gelê Amedê werdigire: "Amed xwedî têkoşîneke aştiyê ya dîrokî ye ku Tirkiye û Rojhilata Navîn dikare ronî bike."
Bûldan got, "Me reh berdane vê xakê, em hene, em ê her hebin. Hêza kesî ti carî têrê nake ku me ji vê xakê rake û wê ti carî jî têrê neke."
Bûldan bal bire ser zext û zordariya 'Doza Kobanê' û got, "Ji wan we ye, dikarin bi ser bikevin. Lê wê ti carî nikaribin bi me, wê ti carî nikaribin partiya me bigirin. Gelê me wê bi serbilindî timî li ber wan rabe."
Piştre Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, Alîkarê Hevserokên ESP'ê Beycan Taşkiran, Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Sînan Çîftyurek û Hevserokê KCD'ê Berdan Oztur axivîn.
Di kongreyê de piştî axaftinan raporên xebatan û maliyeyê hatin xwendin. Piştre ji bo diyarkirina hevserokan hilbijartin hat kirin. Di encamê de Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan bûn hevserokên HDP’a bajar a Amedê.
AMED