Kurd di embara ‘Documenta’ de

Nûçeyên Çand/Huner

În 17 Hezîran 2022 - 22:00

  • Di nav van karên Documenta de film, fotograf, tablo, pêşangeh, performans, vîdeo û gelek karên hunerî hene. Ji Rojava jî Komîna Film a Rojava dê bi karên xwe yê sînemayê îsal tevlî Documenta bibe. Her wiha Pinar Ogrencî ku ew jî hunermendeke Kurd e, dê bi filma xwe “Aşît” tevlî Documenta bibe.

ARDÎN DÎREN

Li bajarê Elmanya Kassel’ê 5 salan carekê di bin banê “Documenta” de çalakiyên cur bi cur yên hunerî tên lidarxistin. Documenta ji bo disiplînên hunerî yên cuda platformeke baş e li dinyayê û îmajake wê heye. Documenta her sal ji gelek welatan hunermendan vedixwîne Elmanyayê û xebatên wan nîşanî xelkê dide. Gelek kes weke şexs tevlî dibin lê her wiha weke komên hunerî jî gelek kes bi xebatên hevpar jî dikarin beşdarî Documenta bibin. Documenta ji sala 1955’an ve 5 salan carakê tê lidarxistin. Documenta îsal jî cara 15’an dê were lidarxistin. Weke rêûresmekê her cara ku tê lidarxistin 100 rojan didome. Îsal jî dê di navbera 18’ê Hezîranê û 25’ê Îlonê de, dîsa li bajarê Kasselê yê Elmanyayê were lidarsitin. 

Her sal ji dinyayê komek tê hilbijartin da ku bernameya Documenta hazir bike û bi rê ve bibe. Ji bo îsal jî ji Jakartaya Endonezyayê komeke hunerî ya bi navê “Ruangrupa” dê kuratoriya festîvalê bike û festîvalê bi rê ve bibe. Koma Ruangrupa di sala 2000’î de hatiye damezirandin. Di bin banê vê komê de gelek hunermendên jêhatî hene ku bi disiplînên cuda re mijûl in û di vî warî de de berhem afirandine. Koma Ruangrupa li Endonezyayê hunermendan teşwîqî huner dike da ku di warê siyaset, civak û çandê de nihêrînên nû peyda bikin û bi awayekî rexneyî nêzî hin mesele û qeyranên rojane bibin. 

Ruangrupa bernameya sala 2022’yan ya Documenta’yê li ser nihêrîna “Lumbung” ava dike. Lumbung, bi zimanê Endonezyayê tê maneya “embara birinc”. Li Endonezyayê ev “embarên birinc” bêhtir îşaret bi jiyana gund ya hevpar dixe û yekitiya insanan nîşan dide. Ev embar weke çavkaniya jiyanê û hêviya siberojê ye. Ji ber vê, gundî hemû ji wir dixwin. Dema mirov çandiniyê dikin, ango piştî palehiyê birincê xwe hemûyî li vê embarê kom dikin û ji kî re çiqas hewce be, ji vê embarê dibe. Koma Ruangrupa bingeha Documenta îsal li ser vê fikrê datîne û bi vê nêzikatiyê ji dinyayê gelek hunermendan vedixwîne Documenta û karên wan yên hevpar nîşan dide. 

Di nav van karan de film, fotograf, tablo, pêşangeh, performans, vîdeo û gelek karên hunerî hene. Ji Rojava jî Komîna Film a Rojava dê bi karên xwe yên sînemayê îsal tevlî Documenta bibe. Her wiha Pinar Ogrencî ku ew jî hunermendek Kurd e, dê bi filma xwe “Aşît” tevlî Documenta bibe.

Komîna Film a Rojava xwe dide nasîn

Komîna Film a Rojava di sala 2015’an de hat damezirandin, bi gelek xebatên xwe yên hevpar derket pêş û niha jî li Rojavayê Kurdistanê xebatên xwe yên sînemayê didomîne. Piştî şerê DAIŞ’ê li gelek bajaran karên hunerî hatibûn sekinandin û ji xwe sala 2011’an jî dîsa bi destê DAIŞ’ê sînemayên li bajarên Rojava hatibûn girtin. Komîna Film a Rojava ji bo karibe li bajarên Rojava bingehekî sînemayî ava bike, dixebite û li gelek bajaran hewl dide filman nîşan bide. Her wiha ew perwerdeya sînemayê jî dide û di vî warî de jî diwxaze ji bo siberojê sînemavanên nû bigihîne. Heta niha bi qasî 50 endamên wê hene û li bajarên Rojava bi qasî 300 nîşandanên filman pêk anîne. Ew her wiha “Festîvala Rojava ya Navneteweyî” jî li dar dixe.

Komîna Film a Rojava dê di bin banê Documenta de filmên xwe yên nû û kevn nîşan bide. Her wiha dê bi çêkerên filman û endamên komînê re di panelekê de werin gel hev û nîqaşên li ser sînemayê jî bi rê ve bibin. Li muzeya Friedricianum a li Kasselê, derbarê Komîna Film a Rojava de dê vîdeoyek were nîşandan û komîn were danasîn. Kesên ku dê komînê li Documenta temsîl bikin Muhammed Haman, Abdî Huseyin Îbrahîm, Sevînaz Evdikê û Şêro Hindê ne.

Bi filma ‘Aşît’ çiyayên Miksê û rewşa Kurdan 

Li hêla din hunermend û çêkera filman Pinar Ogrenci ya ku ev çend sal in li Berlînê dimîne, dê bi filma xwe ya nû “Aşît” tevlî Documenta bibe. Pinar, di warê mîmariyê de gelekî xebitiye û gelek ceribandinên wê yên weke vîdeo çêbûne. Her wiha wê derbarê wêje, mîmarî, huner de xwendiye û lêi têkiliyên wan ên bi hev re kolaye. Wê bêhtir bala xwe daye merivên ku ji cih û warê xwe bûne û li ser penaberiyê sekiniye. Jixwe filma wê ya berê “Xurbetî êdî mal e” bala temaşevanan kişandibû ser penaberiyê û behsa karkerên ku ji Tirkiyeyê koç kiribûn, çûbûn li Elmanyayê bi cih bûbûn, kiribû. 

Pinar di vê xebata xwe ya dawî de ango “Aşît”ê de jî berê xwe dide gundê bavê xwe. Ber bi çiyayên Miksê ve hildikişe û behsa çiyayên asê yên bi berf bi aşîtê dike. Lê di heman demê de wê bi vî filma xwe behsa bobelata (qetliam) hatiye serê Ermenen jî kiriye û Aşît ew metafor e ku têkiliya Kurd û Ermenan bi dinayayê re dibire û wan tenê dihêle. Pinar ji bo vê filma xwe ji romana Stefan Zweig “Romana kişikê” îlham girtiye. Filma “Schachnovelle” ya ku di sala 1941’an de ji ber pirtûkê hatiye girtin, behsa rejîmeke faşîst dike. Di bin rejîma faşîst de kişik dibe stratejî û her wiha felata ji bin zext û zoriyan.

Pinar Ogrencî di sala 2021’ê de bi filma xwe “Xurbetî êdî mal e” li festîvala Documentarîst xelata juriyê ya taybet wergirtibû. Pinar hîna jî li Berlînê ye û li akademiya Weißensee Kunsthochschule ya hunerê dersên lîsansa bilind dide.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.