Kurd azad nebe evîn pêk nayê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 18 Çile 2023 - 04:50

Komîna Filman a Rojava girtina dîmenên rêzefilma ‘Evîna Kurd’ bi dawî dike. Ev rêzefilm piştî rêzefilma ‘Tava Sor’ a duyemîn e ku komun çêdike. Rêzefilma “Evîna Kurd”  ji 15 xelekan pêk tê. Derhênerên rêzefilmê, Noman Gît û Haşim Aydemir in. Rêzefilm balê dibe ser salên 2017 û 2018’an.

Nivîskarê senaryoya rêzefilmê Akîn Ronî xwest vê peyamê bigihîne temaşevanan: “Şoreşa 19'ê Tîrmehê ne tenê ya guhertinên leşkerî ye, her wiha ya guhertinên fikrî, civakî, siyasî û bipêşxistina rola jinan e jî. Nexasim ku çapemenî her tim hewl dide vê şoreşê tenê wek şoreşeke leşkerî nîşan bide. Lê di rastiyê de armancên şoreşê guhertina bingehîn a civakê, bipêşxistina azadiya jinan, parastina jîngehê û bipêşxistina jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan hemûyan de ye.”

Di rêzefilmê de qederê 20 karekterên sereke hene û çîroka wê jî li ser malbatekê ye koka wê vedigere serdema Şêx Seîd (1925'an).

Endama Komîna Filman a Rojava Çiya Hicran Çîçek têkildarî rêzefilmê got, “Bi rêya vê xebatê em dixwazin balê bibin ser gelek mijarên civakî yên piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê, saziyên ku hatine avakirin û şoreş li dar xistine çi ne? Şoreş ne tenê rizgarkirina axê ji aliyê leşkerî ve ye, lê belê di warên îdeolojî û çandî de ye.”

 

Evîna Kurd, evîna xak û welat e jî

Çiya Hicran Çîçek dibêje, ew balê dibin ser şerê taybet û bandorên wî şerî jî. Hicran Çîçek dibêje, evîna Kurd ne tenê ya di navbera keçek û xortekî de ye, her wiha ew evîna welêt û xakê ye jî, ev jî rastiya Kurdan û girêdana wan a bi welêt e, ji ber wê jî heke Kurd azad nebin, nikarin evînê jî pêk bînin.

 

Pêşengtiya jinê ya ji bo şoreşê

Têkildarî rola jinan di çêkirina rêzefilmê de, Hicran Çîçek got, "Di şoreşa Rojava de jin bi roleke sereke rabûn, me jî pêşengtiya wê ya ji şoreşê re, girêdana wê bi welêt ve û evîna wê bi azadiyê re di karê xwe de anî ziman."

 

Ji neçarî li gelek deveran dîmenan digirin

Di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmê de, xebatên çêkirina rêzefîlmê hinekî rawestiyan ku dîmenên wê li gelek deverên cuda yên Rojava hatine girtin. Dîmen li bajarên weke Dêrik, Qamişlo, Hesekê û navçeya Şedadê hatine girtin. Endamê Komîna Filman a Rojava Mesûd Kirad jî di çêkirina rêzefilmê de cih girtiye. ew dibêje, "Em neçar man ku her demê cihê girtina dîmenan bighuherin, em ji Dêrikê çûn Qamişlo piştre me berê xwe da Hesekê û vê jî gelek dem û ked ji me xwest, lê tevî wê jî me xebata xwe neda sekinandin."

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.