- Enstîtuya Çandê ya Kurdî Elmanî hemû stranên dengbêj Şakiro ji nû ve diweşîne.
Enstîtuya Çandê ya Kurdî Elmanî (Deutsch-Kurdisches Kulturinstitut) biryar daye ku hemû stranên Şakiro ji nû ve biweşîne.
Li gorî agahdariyên Enstîtuyê dayî, Umît Denîz, tekane mîratgirê fermî yê Şakiro ye û wan pê re peymanek girêdaye. Li gorî vê 215 stranên ku niha li ber dest hene û her weha komek jî yên heta niha nehatine weşandin, wê li gorî teknolojiya roja me werin amadekirin û weşandin. Li gorî vê gavê, berhemên Şakiroyî hemû wê cara yekê be ku bi li ser hev û weke kuliyatekê werin weşandin.
Enstîtu her weha wê arşîva fotograf û vîdeoyên Şakiroyî jî ji bo weşanê amade bike.
NAVENDA NÛÇEYAN