Bahoz Damlayici par ji Zanîngeha Dîcleyê ji Beşa Mamostetiya Sinifê mezûn bûye. Lê ew nehatiye wezîfedarkirin weke mamoste. Damlayici li navçeya Amedê Sûra dîrokî kargehek bi navê “Şewl û Xaraw” vekiriye û di vê kargehê de kulîlkên hişkkir`i, ji bo tabloyên dekoratîf bi kar tîne. Tenê ne Bahoz, hevala wî Ayşe Sûna jî li kargehê hevkariya wî dike. Herdu jî debara xwe bi vê kargehê dikin. Li kargehê ev kulîlkên hatine çarçovekirin tên firotin, lê wekî din jî sêva mêxikrêj û hin cûreyên pirtûkan jî tên firotin. 
 


Ji kulîlkên hişk tabloyan çêdike

Damlayici dibêje, piştî ku ew ji zanîngehê mezûn bûye, karek nedîtiye û wî ev kar ji xwe re bijartiye û ev nêzî sê salan ne, van kulîlkan hişk dike û dike tablo.

Damlayici dide zanîn ku ewilî wî li mala xwe dest bi vî karî kiriye û pişt re jî biryar daye ku kargehekê veke. Ev karê wî gelekî wî şa û bextewer dike. Damlayici destnîşan kir ku ev huner di heman demê de tesîra terapiyê li wî dike û bêhna ruhê wî pê derdikeve. Yanî ev kar hîsên nebaş hemûyan ji ser wî diavêje.

Damlayici dibêje, ji bo her tabloyekê nêzî 35 lîre mesrefa wan dibe, û her tabloya ku diqedînin jî ew bi 100 lîreyî difiroşin.

 
 

Di nav rûpelên pirtûkan de hişk dike 

Damlayici wiha behsa anîn û hişkkirina kulîlkan dike: “Ewilî diçim ji çolê kulîlkan berhev dikim. Piştî ku ez tînim malê, ez wan dixim nava rûpelên pirtûkan da ku hişk bibin û tewa xwe bigirin. Divê hişk bibin. Piştî hişk dibin, datînim ba hev. Karekî gelekî zehmet e û sebr jê re divê. Divê hêwî nebin û li cihekî ziwa werin veşartin. Piştî ku kulîlk hişk dibin, dibim kargehê û pişt re em li serê difikirin ka van kulîlkan çawa bikin tablo. Piştî ku em sêwira kulîlkan çêdikin, em wan dixin hundirê çarçoveyê ango tabloyê. Her tişt xwezayî ye. Em ji bo hişkkirina kulîlkan dermanekî bi kar naînin. Em dermanê zeliqandinê jî bi kar naînin. Gelek zehmet e lê ewqas jî xweş e û kela canê mirov radike.” 

MA/AMED