- Netîce Altun dibêje, grûbeke mezin a Kurdan ji zimanê xwe fêm dikin lê nikarin biaxivin, ji bo nifşê piştî wan asîmîlasyon wê biçe serî.
Lêkolîner Netîce Altun dibêje, ziman parçeyekî çandê ye, "Dewlet zimanê heyî nabînin, îhmal dikin, ji bo perwerdeyê jî piştgiriyê nadin û dibin sedema mirina zimanan."
Çand û ziman her tim bûne hedefa dewletên serdest. Dewlet ji bo serdestiya xwe di serî de hewl dide ku ziman ji holê rake û serî li rêbazên bişaftinê dide. Dema perwerde tinebe, kes bi zimanê xwe neaxive, ev ziman dê ber bi nemanê ve biçe. Netîce ji bo qirkirina zimanî dibêje, "Qirkirina çandê tê wateya ji holê rakirina çanda neteweyekî. Amûrên weke ziman, pirtûk, cilûberg, huner, muzîk û her tiştên ku çandekê zindî dikin xwedê rengekê wê çandê ne. Ziman bi awayekî çandî derbasî nifşan dibe. Çand jî bi rêya ziman derbasî nifşên nû dibe. Ziman parçeyek çandê ye û bi sembolan çandê temsîl dike. Dewletên dagirker ji bo tinekirina ziman û çandê êrişî herduyan jî dikin. Lê bi taybetî, ji ber rola xwe ya girîng, hêza xwe ya êrişkar zêdetir li ser kuştina ziman bi kar tînin. Dewlet yan zimanan nabînin, wan îhmal dikin, ji bo perwerdeya wan piştgiriyê nadin û dibin sedema mirina wan. Yan jî êriş dikin, qedexe dikin diguherînin û di kuştina wan de bi roleke aktîf radibin.”
Vegera li Kurdî mumkin e
Netîce bi bîr dixe ku grûbeke mezin a Kurdan ji zimanê xwe fêm dikin lê nikarin biaxivin, ji bo nifşê piştî wan asîmîlasyon wê biçe serî. Ew her wiha dibêje, komeke piçûk jî hem Kurdî bi kar tîne û hem jî zarokên xwe hîn dike. Li gorî wê, li dijî êrişên heyî man û hebûna Kurdî muhim e û wiha dewam dike: "Gruba ku hay ji xwe heye û zarokên xwe bi çand, ziman û hunerê xwe mezin dike, xwedî li Kurdî derdikeve. Teknolojî heta cihekî, kontrolê ji deste dagirkeran digire û ji bo belavbûna çand, huner û zimanê kurdî bi roleke mezin radibe. Wek kesan, axaftin û bikaranîna ziman a li her derê, vguhezandina ziman û çanda Kurdî ya ber bi nifşên nû ve, wek pergal jî ewil perwerdeya bi zimanê dayikê, dikarin di demeke pirr kin de guhertineke bêhempa ava bikin."
JINNEWS/AMED