Xelatên SAG'ê (Screen Actors Guild - Yekîtiya Lîstikvanên Ekranê) bi merasimek hatin belavkirin. Filmê "Conclave" ku li Tirkiyeyê bi navê "Konsey" xistin vîzyonê Xelata Filmê Herî Serketî yê Salê girt.
Di beşa televîzyonê de jî rêzefîlmê "Shogun" derket pêş. "Shogun"î 4 xelat girtin. Lîstikvan Demi More ku bi rola di fîlmê "The Substance" de Xelata Globa Zêrîn girtibû, niha Xelata Lîstikvana Herî Serketî girt.
Ev xelatên SAG'ê di heman demê de rewşa Oscarên ku dê bên jî nişan didin. Îsal 3'yê mehê dê Oscar bêne belavkirin.
Va ne yên di SAG'ê de bi ser ketin:
Beşa Filman
- Fîlmê Herî Serketî: Conclave
- Lîstikvana Herî Serketî: Demi Moore (bi rola di The Substance de)
- Lîstikvanê Herî Serketî: Timothée Chalamet, “A Complete Unknown”
- Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî: Kieran Culkin (Bi rola di A Real Pain de)
- Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî: Zoe Saldaña (Bi rola di Emilia Pérez)
Beşa Televizyonê
- Rêzefîlmê Herî Serketî (Beşa Dramê): Shogun
- Rêzefîlmê Herî Serketî (Beşa Muzîkal an jî Komedî): Only Murders in the Building
- Lîstikvana Herî Serketî (Kurterêzefîlm an jî Fîlmê TV): Jessica Gunning (Baby Reindeer)
- Lîstikvanê Herî Serketî (Kurterêzefîlm an jî Fîlmê TV): Colin Farrell (The Penguin)
Lîstikvana Herî Serketî (Rêzefîlmê Muzîkal an jî Komedî): Jean Smart (Hacks)
- Lîstikvanê Herî Serketî (Dram): Hiroyuki Sanada, (Shogun)
- Lîstikvana Herî Serketî (Dram): Anna Sawai, “Shogun”
- Lîstikvanê Herî Serketî (Muzîkal an jî Komedî): Martin Short (Only Murders in the Building)
DIYARNAME