- Bi dirûşma "Dem dema avakirina çanda neteweya demokratîk e" Konferansa Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunerê Demokratîk a 7’an tê lidarxisitin.
Bi dirûşma "Dem dema avakirina çanda neteweya demokratîk e" Konferansa Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunerê Demokratîk a 7’an tê lidarxisitin.
Konferans li Navenda Aram Tîgran a Çand û Huner a li Rimêlanê ya kantona Qamişloyê bi beşdarbûna 200 delegeyan ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wiha ji Heleb û Şamê, bi rê ve diçe.
Endamê komîteya amadekar a konferansê Xelîl Tehlo diyar kir ku konferans 2 rojan dewam dike (îro bi dawî dibe) û tê de dê rapora xebatê û rêzikname werin xwendin û nîqaşkirin, her wiha hevserokatî û meclîsa tevgerê wê werin hilbijartin.
Konferansa 6`an a tevgerê di Hezîrana 2019`an de hatibû lidarxistin û navê Tevgera Çand û Hunerê Demokratîk kiribûn Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê Demokratîk û her wiha meclisa wê ya rêveber hatibû avakirin.
ANHA/QAMIŞLO